SÊWAZ - Mînîbus û otomobîl li hev qelibin: 26 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zarayê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn.

Li gor zanyariyên destpêkê 26 kes birîndar bûne.

Li ser rêya navçeyên Zara (Koçgir) û Bilekanê yên Sêwazê mînîbuseke veguhestina rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên AFAD û tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyên destpêkê di bûyerê de 26 kes birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên parêzgeha Sêwazê.

Derbarê rewşa birîndaran de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.