Li Dîlokê zilamekî bûrayê xwe kuşt

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Alêbanê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî zilamekî bûrayê xwe kuşt.

Li gorî zanyariyan, li navçeya Alêbanê, zilamê bi navê Suleyman C. ji bûrayê xwe Sezai Altun xwest ku dikana wî ya bi kirê vala bike.

Piştî ku Suleyman C. ji bûrayê xwe daxwaz kir dikana wî vala bike di navbera wan de nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Suleyman C. bi demançeyê Sezai Altun birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Altun rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Alêbanê lê tevî hemû midaxeleyan Altun canê xwe ji dest da.

Suleyman C. ji cihê bûyerê reviya lê hêzên ewlehiyê bi tohmeta ku destê wî di bûyerê de heye kurê wî Mehmet C. desteser kir.

Hat zanîn ku Sezai Altun berî 8 salan dikana Suleyman C. kirê kirûbû û wekî market bi kar dianî.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst