Li Wanê erdhej

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehmûdiyê ya parêzgeha Wanê Bakurê Kurdistanê bi hêza 4 pileyan erdhejek çêbû.

Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku îro li navçeya Mehmûdiyê ya Wanê erdhej çêbû.

Li gorî Rasatxaneya Kandîlliyê, erdhej demjimêr 07:53yan çêbûye û hêza wê 4 pile bûye.

Rasatxaneya Kandîlliyê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 5 kîlometre bûye.

Navçeyên derdorê heta sinorê Rojhilatê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hatiye kiriye.

Li aliyê din, AFADê jî ragihand ku hêza erdhejê 3,6 pile bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst