Li Wanê qeza: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêgirê ya Wana Bakurê Kurdistanê otomobîlek û kamyonetek li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Wan-Bazîdê kamyoneta bi plaqeya 25 ACT 132 û otomobîla bi plaqeya 65 EF 782 li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye, û cendirme çûn cihê bûyerê.

Piştî midaxeleya ewil tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêgirê.