Berfê li Bakurê Kurdistanê çûn û hatin zehmet kir

22-01-2024
RÛDAW
Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfê qeza zêde bûne / Wêne: AA
Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfê qeza zêde bûne / Wêne: AA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berfa zêde, jiyana xelkê li bajarên Bakurê Kurdistanê zehmet kiriye.

Derbenda Çamlibelê ya ku dikeve navbera Sêwazê û bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê, rêyeke serekî ye ji bo çûnûhatina barhilgiran.

Ew rê niha ji ber berf û pûkê li ber barhilgiran hatiye girtin.

Hinek barhilgir û otomobîl di rê de mane û şofêr hewl didin rêyekê bibînin ku xwe ji wir rizgar bikin.

Şofêrê Balhilgirekê got:

"Dê bistikeke din makîneya kar bê û hêvîdar im em dê bikaribin derbikevin. Ez ji Karabukê têm. Di barhilgirê de gubre heye diçim Meletiyê."

Li parêzgeha Qersê jî bê navber berf dibare û her der bi rengê sipî xemiliye.

Li bajêr pileya germê daketiye bin sifirê û berfa zêde jiyana rojane ya welatiyan zehmet kiriye.

Welatî Semih Cengiz jî got, “Du roj in berf dibare û îro jî berdewam e. Em serê sibehê rabûn û me otomobîla xwe paqij kir."

Qeza zêde bûne

Herwiha ji ber berf û pûka zêde li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê qeza zêde bûne.

Li parêzgehên Wan û Sêwazê tenê di nav rojekê de 53 kes di qezayan de birîndar bûn.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî daye ku dê hefteyekê barîna berfê berdewam be û pileya germê jî 6 heta 8 pileyan dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst