Gelek gundên Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyeyê vala dibin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber êriişên Tirkiyeyê xelkê çendn gundên Rojavayê Kurdistanê neçar bûne ku koç bikin.

Gelek gundên li Serê Kaniyê, Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê ji ber êrîşên Tirkiyeyê vala bûne.

Ji ber êrişên cendirmeyên Tirkiyeyê xelk nikare nêzîkî wan deveran bibe.

Sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê rojane ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve tê armanckirin.

Dîmenên taybet ji re hatine û tê de diyar e çawa gund û navçeyên herêma Serê Kaniyê, Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê ji xelkê vala bûne.

Herwiha diyar dibe ku çûnûhatina li ser wan rêyan jî gelekî kêm bûye.

Ji tirsa bombebarana û topbarana berdewam a Tirkiyeyê, nişteciyên wan navçeyan koçber bûne.

Ji navçeya Dêrikê li rojhilatê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, heta Kobaniyê dirêjiya xeta sînorî derdora 360 kîlometreyê ye.

Li ser wê xetê zêdeyî 300 gundî hene û piraniya wan bi sedema êrişên Tirkiyeyê hatine valakirin an jî gelek nişteciyên wan koçber bûne.