Cotkarên Bakurê Kurdistanê ji xerciyên zêde û dahata kêm nerazî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê qeyrana aboriyê herî zêde bandor li sektora çandiniyê kiriye ku sektora sereke ya debara xelkê ye.

Sal bi sal xerciyên cotkaran zêde dibin lê dahata wan kêm dibe.

Cotkarên Bakurê Kurdistanê ji xerciyên zêde û dahata kêm nerazî ne lê ji bilî çandiniyê jî çareyeke wan nîne.

Endezyarê Çandiniyê Abdurrahman Aydogdu ji navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê behsa rewşa cotkaran kir.

Pispor dibêjin cotkar sal bi sal hejar dibin. Ji ber vê yekê jî her sal koça ji gundan ber bi bajaran ve zêde dibe.

Endezyarê Çandiniyê Ehmed Okten jî ji navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê zanyarî li ser cotkariyê dan.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) roja 22ê Kanûna Paşînê enflasyona sektora çandiniyê ya sala 2023yan eşkere kir.

Li gorî amarên fermî yên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2023yan enflasyona salane ya çandiniyê bi giştî ji sedî 38,82 ye.

Li hember bilindbûna xerciyên zêde bihayê berhemên cotkaran gelekî kêm zede dibe yan wekî xwe dimîne.

Dewletê sala 2022yan kîloyek garisê cotkaran bi 5,7 lîre û sala 2023yan bi 6 lîreyan kirî, genim sala 2022yan bi 6,05 lîreyan û sala 2023yan bi 8,250 lîreyan wergirt, ceh sala 2022yan bi 5,5 lîreyan û sala 2023yan bi 7 lîreyan kirî û pembo jî sala 2022yan bi 15-16 lîreyan bû sala 2023yan derket 18-19 lîreyan.

Herwiha heqdestê karker û makîneyên çinînê jî zêdetirî ji sedî 100 bilind bûye lê dewlet berhemê hemû cotkaran nakire û li bazarê jî berhemê cotkaran erzantir tê firotin.