Li Agiriyê karkerek di bin axê de ma û can da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê, di kêliya xebata binesaziyê de karkerek di bin axê de ma û mir.

Li Taxa Sanayiyê nêzîkî Çaryana Reşet Erdenê ya navçeya Bazîdê, di xebata kolandina binesaziyê de ax tep bû û karkerek di bin de ma.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û îtfayeyê çûn cihê bûyerê.

Ramazan Doganê 44 salî ji bin axê hat derxistin û hat tesbîtkirin ku canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Ramazan Dogan veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.