Bedlîs - Di barhilgirê de 76 koçber hatin girtin

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Koçberên Efxan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di nav barhilgirekê de 76 koçberên ji Efxanistanê hatin girtin û şofêrê barhilgirê jî hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê tîmên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a bajêr di çarçoveya rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan de barhilgirek rawestandiye û di nav de 76 koçber hatine girtin ku ji Efxanistanê ne.

Herwiha şofêrê barhilgirê jî bi îdîaya "qaçaxçîtiya koçberan" hatiye desteserkirin û hêzên ewlehiyê ew biriye dadgehê.

Li aliyê din, ji bo dersînorkirina koçberên desteserkirî ji hêzên ewlehiyê ew birin Rêveberiya Îdareya Koçberan a parêzgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst