Sefîn Dizeyî: Îran hewl dide rastiyên êrişa Hewlêrê veşêre

22-01-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Sefîn Dizeyî Êrişên Îranê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got, “Îranê ji bo veşartina tawanên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê Photoshop bikar anî. Derket holê ku hemû ji rastiyê dûr in.”

Sefîn Dizeyî li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Dizeyî destnîşan kir ku qetilkirina sivîlan mijareke mirovî ye û hemû mirovatî û Kurdan eleqedar dike.

Herwiha Dizeyî bi bîr xist ku hemû nûnerên biyanî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê û civaka navneteweyî ev êriş şermezar kir.

Dizeyî da zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di hevdîtinên xwe yên di çarçoveya Foruma Aboriyê ya Cîhanê ya Davosê de ev mijar anî rojevê.

“Îranê ji bo êrişê veşêre wêne photoshop kirin”

Sefîn Dizeyî diyar kir ku her tim pêwendiyên baş di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de hebûne û wiha pê de çû:

“Mafê cîran li ser cîran heye lê cîrantî ne wisa ye. Êrişa li Herêma Kurdistanê karesatek bû.

We bi xwe jî dît ku çawa çapemeniya Îranê ji bo êrişê veşêre wêne photoshop kirin.

Derket holê ku hemû ji rastiyê dûr in. Ez hêvî dikim ku tiştekî wiha careke din dubare nebe.”

Li aliyê din Dizeyî got, “Herêma Kurdistanê li herêmê ti carî li ser ti kesî nebûye gef. Kesên hatine hedefgirtin ew kes in ku ji bo avakirina herêmê xizmet kirine.

Peywira civaka navneteweyî jî heye ku pêşî li van êrişan bigire.”

"Mala hatiye hedefgirtin ne navenda Mossadê bû"

Dizeyî gotinên Misteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî yên "Mala hatiye hedefgirtin ne navenda Mossadê bû" bib îr xistin ku îdiayên Îranê red kirin.

Dizeyî da zanîn ku komîsyona lêkolînê ya hevbeş a ku ji aliyê hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê ve hatiye avakirin, xebatên xwe didomîne.

“Îran û Îraq 2 roj beriya êrişê civiyan”

Rayedarên Îranê îdia kiribû ku beriya êrişê Îraq hatiye hişyarkirin.

Dizeyî bal kişand ser wê yekê ku 2 roj beriya êrişa li Hewlêrê, li Bexdayê di navbera Îraq û Îranê civînek hatiye lidarxistin û got, “Lê di civînê de behsa îdiayek an jî êrişeke wiha nehatiye kirin” û îdayên Tehranê pûç kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst