AMED – Di pêşhilbijartinên DEM Partiyê de kê herî zêde deng wergirtin?

22-01-2024
Nîşan Amed DEM Partî Pêşhilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê tûra duyem a pêşhilbijartinên şaredariyan ên Amedê doh pêk anî.

Namzedên ku li 14 navçeyên Amedê dengên herî zêde wergirtin diyar bûn.

Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî hejmartina dengan berdewam dike.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) berê biryar dabû ku namzedên Amedê bi pêşhilbijartinê diyar bike.

Li gorî MAyê bernamzedên di tûra duyemîn de herî zêde deng wergirtine wiha ne:

 - Yenîşehîr: Safiye Akdag û Mehmet Ergun

 - Bismil: Mizgîn Ekîncî û Guven Tanrikulu

- Sûr: Fatma Onkol û Adnan Orhan

 - Erxenî: Şiyar Guldîken û Bîrsen Azad Bayar

 - Farqîn: Kadrî Esen û Sevîm Bîçîcî

 - Hênê: Hamdûllah Demîr û Vesîle Narîn

 - Hezro: Hasîbe Yazdik û Erhan Guven

 - Karaz: Mehmet Şik û Evîn Ay

 - Pasûr: Fatma Ay û Mûrat Îpek

 - Licê: Dîlek Diyar Ozer û Firat Demîr

 - Gêl: Bahar Karakaş Ulug û Zulkuf Polat

 - Çinar (Xana Axpar): Semra Akyuz û Mehmet Ulus

 - Rêzan: Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk

 - Peyas: Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar

Rayedarên DEM Partiyê dê piştî nirxandina îtirazan encamên teqez ji raya giştî re ragihînin û dê namzed li gorî van encaman werin diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst