Li Serê Kaniyê grûpeke çekdar dibistanek kiriye baregeha serbazî

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Sefih li başûrê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, grûpa Siltan Murad ser bi Trikiyê dest daniye ser dibistana gund û kiriye baregehekî serbazî.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 21ê Çileya 2023ê, li gundê Sefih li başûrê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, grûpa Siltan Murad ser bi Trikiyê dest daniye ser dibistana gund û kiriye baregehekî serbazî.

Li gor heman çavkaniyê, çekdarên grûpa Siltan Murad, derbasî dibistana gundê Sefih bûne û berdana xwendekaran, xwendekar ji neçarî diçin nav avahiya navenda çandiniyê û li wir dixwînin. Xelkê gund daxwazê ji çekdaran dikin ku dibistanê vala bikin daku zarokên wan xwendina xwe temam bikin.

14ê Çileya 2023ê jî, li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, şer di navbera du malbatanên koçber de derketibû, yek ji wan ser bi artêşa niştîmanî ya girêdayî Tirkiyê bû, ya din dest danîbû ser dikaneke malbata din, di encam de ji ber şer hemû dikanên bazara bajêr hatibûn girtin.