Artêşa Tirkiyê li Amedê dest bi operasyoneke nû kir

22-01-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wan li navçeyên çiyayî yên Ameda Bakurê Kurdistanê dest bi operasyoneke nû ya leşkerî bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-24” kirine.

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, îro Şemiyê 21ê Çileya 2023an artêşa wî welatî li sînorê bajarokê Licê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-24” kiriye.

Li gor daxuyaniyê, di operasyonê de 645 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar in ku ji 43 tîmên cuda pêk tên.

Artêşa Tirkiyê roja Şemiyê 21ê Çileya 2023ê jî li herêma Besta ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-23” dabû destpêkirin.

Artêşa Trikiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst