Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di 2022an de herî kêm 52 Kurd hatine darvekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hate ragihandin ku li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên cuda yên Îranê herî kêm 52 Kurd hatine darvekirin.

Di rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw de hat ragihandin ku di sala 2022'an de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 52 Kurd hatine darvekirin û ji wan nasnameya 51 kesan hatine diyarkirin.

Ev dane nîşan didin ku li gorî sala 2021an hejmara Kurdên hatine darvekirin ji sedî 8 (4 kes) zêde bûye.

Di raporê de hat gotin ku 2 jinên bi navê Feranek Beheştî û Suheyla Abîdî jî li Sine û Urmiyê hatine bidarvekirin.

Li gor raporta Hengawê, ji wan 52 kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, 1 kes bi tometên siyasî, 34 kes bi kuştina bi qestî, 15 kes bi madeyên hişbir û 2 kes bi tometa diziya bi çekdarî hatine darvekirin.

Herwiha hat ragihandin ku herî zêde li Urmiye (9 darvekirin) û Xuremabadê (9 darvekirin) bidarvekirin pêk hatine.

Ji bilî van li Îlam 8, Kerec 8, Kirmaşanê 6, Erakê 5, Sine 4, Elîguderz 1, Miyandwaw1 û Yezdê 1 kes hatine bidarvekirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji van darvekirinan tenê 5 kes ji aliyê rayedarên Îranê ve bi fermî hatine ragihandin.