Li Êlihê mîtîngek li dijî şewitandina Quranê hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê li dijî şewitandina Quranê li Swêdê mîtîngek hat lidarxistin.

Li taxa Çandê, li pêşiya Parka Jinan a 8ê Adarê ya Êlihê îro Yekşemê 22ê Çile 2023ê li dijî şewitandina Quranê ya li Swêdê, ji aliyê Platforma Neslê Quranê ve bi silogana “Li Quranê xwedî derkeve” mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîngê bi xwendina Quranê despêkir û bi hezaran kes beşdar bûn.

Di mîtîngê de Serokê Platforma Neslê Quranê Beşîr Şîmşek û Cîgirê Serokê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Serkan Ramanli axivîn.

Cîgirê Serokê Giştî û Berdevkê  HUDA PARê Serkan Ramanli got: “Hûn îro li vê derê kom bûn da ku heddê wan kesên ku êrîşî Îslama azîz dikin bi wan bidin zanîn. Dîsa îro em li vê derê kom bûn ku em nîşanî temamê dinyayê bidin ku ew dê kesên bêhed nikaribin nûra Îslamê bi ti şiklî bitefînin. Doh yekî bêhed li Swêdê nusxeyên Qurana Kerîm şewitand, ev yek ne tiştekî ji rêzê ye.  Berî niha gelek welatên din ên Ewropayê jî bêedebîyên wisa hatibûn kirin. Lê ya doh ji yên din cudatir e.”

Ramanli herwiha destnîşan kir, ti dewlet, hêz û otorîteyek nikare heqaret li bawerîya Mislimanan bike û wiha pê de çû: “ Ti dewlet, hêz û otorîteyek nikare heqaret li bawerîya Mislimanan bike, nikare heqaret li Pêxemberê me bike û nikare Qurana me bişewitîne.  Em van tişta ku hatiye kirin qebûl nakin û red dikin. Îro em hewl didin bi zimanên xwe munkeratê asteng bikin; lê belê Xweda nesîb bike emê di demeke nêz de bi destên xwe midaxeleyî vê munkeratê bikin. Em ji bo hatina wê rojê bêsebr in. Lê heta ew roj bê em ji vê derê dixwazin bang li hikûmeta ku vê selahîyetê di destê xwe de digire re bang bikin.”

Di mîtîngê de gelek siloganên li dijî vê şewitandinê ji aliyê beşdaran ve hatibûn bilindkirin. Mîtîng bi xwendina diayan bidawî bû.

Siyasetmedarê rastgir ê radîkal Rasmus Paludan, 21ê Çileya 2023ê li pêş Balyozxaneya Tirkiyê ya Stockholmê Quran şewitand. Çalakiya Rasmus Paludan, heta niha rastî gelek nerazîbûnan hatiye.