Ji 6 partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê peyama Komara Kurdistanê

22-01-2023
RÛDAW
Nîşan Komara Kurdistanê Mihabad Pêşewaz Qazî Mihemed PAK HAK-PAR PDK-Bakur TDK-TEVGER
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pênc partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê, PAK, HAK-PAR, PDK, PSK,  PDK-BAKUR û TDK-TEVGER di daxuyaniyeke hevbeş de Komara Kurdistanê ya di sala 1946an de bi paytextiya Mihabadê li Rojhilatê Kurdistanê hatibû damezrandin, bi bîranîn û ragihandin, Komara Kurdistanê serbilindiya hemû Kurdistaniyên cîhanê ye.

Berî 77 salan di 22-1-1946an de bi serkirdayetiya Pêşewa Qazî Mihemed, Komara Kurdistanê bi paytextiya bajarê Mihabadê li Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin.

Bi vê helkeftê, îro pênc aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK), Partiya Demokrata Kurd (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) di daxuyaniyeke hevbeş de salvegera damezrandina Komara Kurdistanê bi bîranîn.

Di daxuyaniya hevbeş de tê gotin, Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistaniyên cîhanê pê serbilind in.

Her pênc alî di daxuyaniya xwe de dibêjin, Pêşewa Qazî Mihemed di roja îlankirina Komara Kurdistanê ya li Meydana Çarçirayê de weha dibêje: “Armanca min ev e ku ez yekbûna vî miletî bibînim ku îro bûye çar parçe’’.

Li gor daxuyaniyê, “Komara Kurdistanê, di dema xwe da, li Rojhilata Navîn a ku di bin zordariya deshilatdar û dagirkaran da dinalîya, bû nimûneyeke desthilatdariyeke demokratîk û graveke azadî û nûjenîyê.”

Di wê daxuyaniya hevbeş de herwiha tê gotin: “Li gel hemû kêmsî û pirsgirêkên xwe jî, Komara Kurdistanê nimûneyeke xweîdarekirin û dewletbûyîna miletê Kurd û gelê Kurdistanê bû. Ew hişmendî û rêbaza Komara Kurdistanê, îro li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê, ji gelê me re bûye rêbaz, bûye bingeheke dîrokî.”

Daxuyaniya PAK, HAK-PAR, PDK, PSK, PDK-BAKUR û TDK-TEVGER ya ji bo bîranîna Komara Kurdistanê:

 

Komara Kurdistanê serbilindîya hemû Kurdistaniyên cihanê ye

Komara Kurdistanê, bi Serokkomariya Pêşewa Qazî Mihemed 77 sal berê di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê ate îlan kirin.

Komara Kurdistanê 11 mehan jîya û ji ber berjewendî û erêkirina dewletên mezin, di roja 17.12.1946an da, ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin.

Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistaniyên cîhanê pê serbilind bin.

Di dema şerê duyem ê cîhanê de li beşeke Rojhilatê Kurdistanê valahiya desthilata Dewleta Îranê pêk hatibû û Kurdan jî sûd ji wê rewşê wergirtibûn û Komara Kurdistanê îlan kiribûn.

Komara Kurdistanê li ser 1/3yê (ji sisêyan yekê) erdê Rojhelatê Kurdistanê hatibû pêkanîn. Lê ji bajarên din ên Rojhelatê Kurdistanê nûnerên eşîr, malbat û pêşkêşên ji beşên cuda cuda yên civakê, kesayetên qebûlbar ên oldar, rewşenbîr û siyasetmedarên ji her bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî îlankirina Komara Kurdistanê bibûn. Ji ber wê jî Komara Kurdistanê di eslê xwe da ne bes Komara Mihabadê û ya çend bajarên Rojhelatê Kurdistanê bû; Komara hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Rêveberiya Komara Kurdistanê jî xwe wek rêveberiya hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê didît.

Lê belê, mixabin, astengî û nakokîyên sînorî û cografîk ên di navbera Kurdistanê û Azerbaycanê da û herweha zêdetir jî,  nakokî û berjewendîyên sîyasî yên navdewletî yên di navbera Yekitîya Sovyetê û Amerîka û Brîtanyayê de rê nedida ku  cografyaya desthilatdariya Komar Kurdistanê fireh bibe û bigihîje sînorên xwe yên dîrokî yên Rojhelatê Kurdistanê.

Di roja îlankirina Komara Kurdistanê de ne bes kurdên Rojhilatê Kurdistanê, herweha ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî gelek eşîr, malbat, kesayetên pêşkêşêv civakê, kesayetên odlar, rewşenbîr û siyasetmedar jî li Meydana Çarçirayê amade bûn. Serokê Serhildana Agirîyê Îhsan Nûrî Paşa ji ber astengiyên Dewleta Îranê nikarîbû beşdarî îlankirina Komara Kurdistanê bibe.

Mele Mistefa Barzanî yê nemir, wek serfermandarekî bi hêzeke mezin a pêşmergeyên ji Başûrê Kurdistanê beşdarî nav Hêza Pêşmergeyên Komara Kurdistanê bibûn.

Pêşewa Qazî Mihemed di roja îlankirina Komara Kurdistanê ya li Meydana Çarçirayê de weha dibêje: “Armanca min ev e ku ez yekbûna vî miletî bibînim ku îro bûye çar parçe’’.

Ev gotara Pêşewa Qazî Mihemed û di îlan kirina Komara Kurdistanê da beşdarîya nûnerên ji hersê perçeyên din ên Kurdistanê, nîşana wê yekê ye ku, rêvebirên Komara Kurdistanê  jî, nûnerên perçeyên din ên Kurdistanê jî, bi bîr û bawerî û hişmendî û hest û helwesteke neteweyî, niştimanî, Kurdistanî tevdigeriyan, li Komara Kurdistanê xwedî derdiketin.

Komara Kurdistanê ne tenê komara kurdan bû, herweha komara hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî yên li Rojhilatê Kurdistanê bû. Roja Îlan kirina Komara Kurdistanê, li gel kurdan, gelên ecem, azerî, ermenî, cihû jî li Meydana Çarçirayê bûn.

Komara Kurdistanê xwe wek komareke otonom pênase dikir; lê di eslê xwe de, bingehê dewleteke federe yan jî serbixwe ava dikir. Rêvebirên Yekitîya Sowyetê dixwestin Komara Kurdistanê jî beşeke Komara Azerbaycanê be, lê belê, Pêşewa Qazî Mihemed û rêvebirên Komara Kurdistanê ev qebûl nekirin û wek komareke cuda Komara Kurdistanê îlan kirin. Ev helwest û wek hêzeke leşkerî ya neteweyî avakirina Hêza Pêşmerge, avakirina dezgehên niştimanî yên dewletbûnê, nîşana wê yekê ye ku di hişmendîya Pêşewa Qazî Mihemed û rêvebirên Komara Kurdistanê de, hûnandina bingehê dewletekê hebû.

Komara Kurdistanê yekem Dewleta Kurdan bû ku bi şiklê Komarî hatibû damezrandin. Ji bo hemû hemwelatîyan bingehê sîstemeke hiqûqî, demokratîk hate avakirin. Encûmeneke xwecihî ji bo birêvebirina karûbarên civakî û dewletê hate damezrandin. Karmendên dewletê her ji xelkê xwecîhî bûn. Ji bo bi pîvanên modern avakirina dewletekê, di warê mafên pêkhateyên hemû beşên civatê da, mafê jinan da, ji bo gencan, ji bo pêşdebirina xebatên çandî û hunerî gavên baş hatin avêtin, yasa hatin derxistin.

Alaya Kurdistanê, sirûda neteweyî Ey Reqîb, nirx û sembolên neteweyî, niştimanî yên Komara Kurdistanê bûn. Zimanê Kudî zimanê fermî û zimanê perwerdeyê bû.

Komara Kurdistanê, di dema xwe da, li Rojhilata Navîn a ku di bin zordariya deshilatdar û dagirkaran da dinalîya, bû nimûneyeke desthilatdariyeke demokratîk û graveke azadî û nûjenîyê.

Komara Kurdistanê bi piştgiriya xelkê û di nav şahî û xweşîya girseya gel da  hate îlan kirin.

Lê helbete ku, Komara Kurdistanê ji ber siyaset û astengîyên dewletên mezin, tenê beşeke berteng a Rojhilatê Kurdistanê girtibû, Komarê nekarî li ser hemû axa Rojhilatê Kurdistanê deshilatdarîya xwe ava bike.

Komara Kurdistanê di warê îdarekirinê de temen û tecrûbeya wê  kêm bû û kadirên şareza yên ji bo hikûmet û birêveberiyê  pêwîstbûn di destên xwe de tunebûn.

Herçiqas hewil hatin dayîn ku hêzeke leşkerî ya neteweyî bê ava kirin jî, lê ji ber rastiya eşîrî, malbatî û cudabûnên di nav civaka Kurd de, yazdeh mehên Komara Kurdistanê têrê nekir ku vê hêza leşkerî ya neteweyî, niştimanî bê avakirin.

Belê li gel hemû kêmsî û pirsgirêkên xwe jî, Komara Kurdistanê nimûneyeke xweîdarekirin û dewletbûyîna miletê Kurd û gelê Kurdistanê bû.

Ew hişmendî û rêbaza Komara Kurdistanê, îro li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê, ji gelê me re bûye rêbaz, bûye bingeheke dîrokî.

Jiyan, helwest, şexsiyet û wesiyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê di eslê xwe de, ji bo hemû perçeyên Kurdistanê,  rêbaz, hişmendî û  wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin.

Pêşewa Qazî Mihmed dibêje, li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.

Dibêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastin û hişmendîya azadî û dewletbûnê bila bingeha sîyaseta we be.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijmanatîya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin, dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.

Dibêje rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin.

Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘Ala Kurdistanê rojek were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin jî dê bê hildan’.

Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kirîbû bi xwîna sed hezaran şehîdan , bi têkoşîneke qehramanane, îro li ser Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.

Pêşewa Qazî Mihemed bangî nûnerên 50 milyon Kurdên cîhanê dike: Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxistinên girseyî, netewî. Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin.

Belê, pêkanîna wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemed herweha rê lêvekirina azadiya li her çar perçeyên Kurdistanê ye.

Gava ku em vê wasîyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzanîyê nemir, yê Şex Seîd , Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Seyid Riza û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.

Di 77emîn salvegera îlankirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî yê nemir û hemû damezrînêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

22.01.2023

HAK-PAR(Partîya Maf û Azadîyan)

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

PDK(Partîya Demokrat a Kurd)

PDK-BAKUR(Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst