Serok Barzanî li ser naskirina jenosîda Kurdên Êzdî peyamek belav kir

22-01-2023
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Jenosîda Kurdên Êzdî Parlamentoya Almanyayê Bundestag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî got “Em biryara Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) ya ji bo naskirina komkujiya Kurdên Êzdî wek jenosîd bilind dinirxînin.”

Serok Mesûd Barzanî ji ber biyraya naskirina Jenosîda Kurdên Êzdî spasiya Almanyayê kir û daxwaz ji welatên din jî kur ku jenosîdê nas bikin.

Serok Barzanî li ser hesabê xwe Twitterê di derbarê naskirina jenosîdê de peyamek belav kir û tê de wiha dibêje:

“Biryara Bundestag a naskirina jenosîda li dijî Kurdên Êzidî biryarek pir bi rûmet e. Em spasiya xwe ji Almanyayê re dubare dikin û bang li hevalbendên xwe yên rojavayî yên din jî dikin ku bi heman awayî tevbigerin heta ku ev hovîtî wek kiryarên jenosîdê bên naskirin.”

Parlamentoya Almanyayê  Pêncşemê 19ê Çileya 2023yan di civîneke taybet de deng li ser komkujiya li dijî Kurdên Êzidî da ku weke jenosîd bê naskirin da û bi piraniyan dengan parlamentoyê jenosîda Kurdên Êzidî bi awayekî fermî nas kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst