Gurgum: Agir bi xaniyekî ket, sê zarokên penaberên Sûrî canê xwe ji dest dan

22-01-2023
RÛDAW
Nîşan Penaberên Sûrî Şewat Agir Gurgum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê agir bi xaniyekî kevin ê du qatî ket ku malbateke penaberên Sûriyeyî tê de dijiyan û di encam de sê zarokan canê xwe ji dest dan.

Bûyer nêzîka demjimêr 02:30ê berê sibeha îro Yekşemê 22ê Çileya 2023ê li Taxa Îsa Dîvanli ya navçeya Dulkadiroglu ya Gurguma (Mereş) Bakurê Kurdistanê qewimî. Ji ber sedemeke nediyar agir bi xaniyekî kevin ê du qatî ket.

Piştî welatiyan tîmên Rêveberiya Berevaniya Şaristanî agahdar kirin, hejmarek ambûlans û tîmên agirvemirandin û hewarçûnê û polîs gehiştin cihê bûyerê û karîn agir vemirînin.

Di xaniyê kevin de malbateke Sûriyeyî dijiyan û ji ber derketina agir, sê zarokan canê xwe ji dest dan. Li gor zanyariyan li cihê bûyerê du zarokên bi navên Z.A. û M.A. canê xwe ji dest dane. Yê sêyem bi navê A.A. jî li nexweşxaneyê ligel hewldanên pizîşkî canê xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, bavê zarokan berî niha koça dawî kiriye û dema agir bi xanî dikeve dayîka wan ne li mal bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst