CHP û Baroya Amedê serdana malbata Gulistan Doku kirin

22-01-2022
Ali Haydar Gozlu
CHP û Baroya Amedê serdana malbata Gulistan Doku kirin
CHP û Baroya Amedê serdana malbata Gulistan Doku kirin
Nîşan Gulistan Doku Baroya Amedê CHP Nahit Eren Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê çalakiya malbata xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ku 2 sal in wenda ye berdewam e. Serokwekîlê Grupa Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel û çend parlamenterên heman partiyê bi armanca piştgiriya malbatê çûn ber avahiya Dadgeha bajêr ku zêdeyî du hefte ye malbat çalakiya xwe li wir didomîne û daxuyaniyek da û got, bo êşên malbatê bi dawî bibin ew dê wek partî çi ji destê wan bê bikin.

Serokwekîlê Grupa CHPê Ozgur Ozel got “Walîyê wê demê yê Dersîmê herdem ji malbatê re got keça we di avê de ye. Her ew av destnîşankir. Gotin dîmen hene û dê bên eşkerekirin. Gumana malbatê hebû û her digotin dibe ji wê derê dernekeve û divê lêkolîneke berfireh bê kirin. Lê kesî li malbatê guhdar nekir. Niha em li ber dadgehê ne. Banga malbatê hebû ku hemû Tirkiye dengê wan bibihîzin. Em hatin li wan guhdar bikin. Ew dixwazin bên Enqerê derdê xwe vebêjin. Wek CHPê emê pêşengtiyê bikin bo karibin bên. Em amade ne ku wan bikin mêvan daku ligel parlamenter û partiyên din jî peywendî bikin.”

Serokê Baroya Amedê jî serdana malbatê kir û got ku ji bo lêpirsîneke baş bê kirin ew dê piştgiriya hiqûqî bidin û vê dozê bişopînin.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren dibêje “Ewlekariya ku li vî bajarî heye li ti cihê din nîne. Em behsa bajarekî ku hema hema li her kolan, cade û çiyayên wê cihên çavdêriyê hene û li vî bajarî jinek wenda dibe û ev 2 sal in derbarê wê de tiştek nayê zanîn. Em hemû dizanin ku lêpirsîneke bi bandor nayê kirin. Lê kî û çima tê parastin divê bersiva van pirsan bê zelal kirin.”

Gulistan Doku ku xelka Amedê ye roja 5ê Çileya 2020an dema temenê wê 21 salî bû û li Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê dixwend, piştî ji beşê navxwe yê zanîngehê derket derve wenda bû. Proseya gera di wê bendavê de 3 caran hat destpêkirin û piştî meh û nîvekê ji ber bêencambûna hewldanan proseya gera di bendavê de bi yekcarî hat rawestandin. Malbata Gulistanê daxwaza zelalkirina çarenivîsa keça xwe dikin û dibêjin, Zeynal Abrakov ê welatiyê Rûsyayê ku hevalê Gulistanê bûye, ew winda kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst