Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Pêwendiyan li Navenda Ferat a Lêkolînan Welîd Çolî radigihîne, hem dewletên hevpeymaniyê û hem jî hêzên herêmê DAIŞê li hember yên din weke karteke siyasî bikar tînin.
Diyartirîn zindana girtiyên çekdarên DAIŞê, li Rojavayê Kurdistanê, Zindana Sînaa ya Xiwêran e, ku bêhtir ji 4 hezar girtiyên çekdarên DAIŞê lê hene.
Bêhtir ji carekê jî, şaneyên veşartî yên li derveyî zindanê, hewla revandin û rizgarkirina çekdarên DAIŞê yên girtî daye, lê ew hewl ne serkeftî bûn.
Çavdêr di wê baweriyê de ne ku pêwsît e Civaka Navdewletî vê pirsê yekalî bike.
Berpirsê Pêwendiyan li Navenda Ferat a Lêkolînan Welîd Çolî beşdarî bultena Rûdawê bû û karvedanên bûyerên Zindana Sînaa ya Xiwêran nirxand.
Welîd Çolî dibêje: “Ragihandina serkeftinê ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîka li dijî DAIŞê serkeftineke ku bi rastî ne fiîlî bû. Ji ber ku me berê jî her tim digot; serkeftina li dijî DAIŞê bi rizgarkirina herêmên erdnîgarî yên dagirkirî pêk nayê. Divê çareseriyeke yasayî ji bo malbatên DAIŞê û bermahiyên wê rêxistinê bê dîtin, daku ew rêxistin bi temamî were jinavbirin.”
Bi nerîna şarezayên siyasî û leşkerî, şikestina leşkerî ya DAIŞê nayê wê wateyê ku DAIŞ nemaye, lê belê ji erkê Civaka Navdewletî dibînin ku rewşa girtiyên DAIŞê yekalî bibe, ji ber ku metirsiya DAIŞê her hêj berdewam e.
Welîd Çolî bal kişand ser wê yekê ku welatên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi pêşengiya Amerîkayê ji bo bidawîkirina wê rêxistinê bi yekdengî tevnegeriyan û got: “Hem dewletên hevpeymaniyê û hem jî hêzên herêmê jî DAIŞê li hember yên din weke kart bikar tînin. Hûn dibînin aliyek rabûye, ji bo berjewendiyên xwe rêxistinê çekdar dike û dibe sedema vejîna wê. Rêveberiya Xweser, HSD û çavdêrên siyasî ev demeke dirêje heman tişt gotin; ew dibêje, rewşa endamên DAIŞê yên girtî mîna bombeyeke demkî ye, dibe ku di her kêliyê de biteqe. Bê guman, ji bo kontrolkirina wan hêz û piştgirî hewce dike.
Çolî got jî: “Ev di berjewendiya hin aliyan de ye ku rewş bi vî rengî bibe. Mînak Tirkiye dixwaze ji cîhanê re nîşan bide ku Rêveberiya Xweser a Rojava di vî warî de têk çûye. Bi vî awayî dixwaze ji bo dagirkeriyeke nû hincetekê çêbike.”
Ji dema şikestina leşkerî ya DAIŞê, di sala 2019an de, ev dawîtirîn û mezintirîn êrîş bû, ku 20/01/2022yan, demjimêr 19:50î xulek, ji aliyê wan şaneyan ve, hate encamdan. Êrîşkaran hewl da ku dergehê sereke yê zindanê bişikînin, da ku girtiyên DAIŞê ji wê zindanê birevin.
Zindana Sînaa ya Xiwêran, li Hesekê, yek ji mezintirîn zindanên girtiyên DAIŞê ye, li Rojavayê Kurdistanê, zindan li taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse