‘Destê welatên navçeyê di şer û aloziya Hesekê de heye’

22-01-2022
Xalid Cemîl Mihemed
 Xiwêran ji aliyê şervanên HSDê ve bi temamî hatiye dorpêçkirin
Xiwêran ji aliyê şervanên HSDê ve bi temamî hatiye dorpêçkirin
Nîşan Heseke Rojava Asayiş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hesekê şer û pevçûnên li zindana Xiwêran û derdora wê berdewam in. Xiwêran ji aliyê HSDê ve bi temamî hatiye dorpêçkirin û operasyonên li dijî çekdarên DAIŞê berdewam in. Rêveberê Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê, tekez dike, destê welatên navçeyê di aloziya Hesekê de heye.

Li gor amarên HSDê, li Hesekê di encama şer û pevçûnan de, heta niha 7 şervanan jiyana xwe ji dest dane, nêzikî 50 şervan jî bi giranî birîndar bûne.

HSDê amar ragihandin

Li gor dawî ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tenê îro, di şer û pevçûnan de 22 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û nêzikî 100 çekdar hatine desteserkirin.

Rêveberê Navenda Firat Lêkolînan ji Rûdawê re dibêje, DAIŞê aloziyên di navbera hêzên herêmî de bikar anî û tekez dike, çend aliyên wek Tirkiye û hikûmeta Sûriyê dixwazin bi bikaranîna DAIŞê ezmûna Kurdan a li Rojava û Başûr jinav bibin.

Rêveberê Navenda Firat a Lêkolînan Silêman Ilyas, dibêje, “Sedema yekemîn, Amerîka di vê meselê de ne ciddî ye, ya din Tirkiye ye ku dixwaze herêmên Kurdî li Başûr û Rojava jinav bibe.”

Hebûna zindaniyên DAIŞê li Rojava

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, dibêje, hebûna DAIŞ û metirsiyên wê berdewam in û tekez dike ku sedema sereke ya aloziyên li Hesekê, wernegirtina çekdarên DAIŞê ye ji aliyê welatên wan ve.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer dibêje, “Niha 12 hezar zindaniyên DAIŞê hene ku ji 50 welatan e û pirsgirêk ew e ji aliyê welatên xwe ve nehatine wergirtin û li Rojava mane.” 

Rêveberê Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê, diyar dike ku destekî mezin ê welatên navçeyê di aloziya Hesekê de heye û tekez dike, civaka navdewletî barekî giran xistiye ser milên HSDê ku welat jî hilnagirin.

Berjewendiya Îran û Tirkiyê

Rêveberê Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê Ramî Edulrehman, dibêje, “Ez ji te re dibêjim, ji tiştê ku li Zindana Hesekê, ji pêr êvarê ve heta niha, dibe, ji berjewendiya Îran û Tirkiyê ye. Rast e em dibînin DAIŞ li Biyabana Sûriyê heye,  lê em êrîşên mezin ên DAIŞê li dijî hêzên Îranî nabînin, herwiha hejmareke gelek ji endamên DAIŞê -di nav du kevanan de- li navçeyên dagîrkariya Tirkiyê hene, lê em kiryarên DAIŞê li dijî hêzên Tirkiyê yan li dijî hêzên (Artêşa Niştimanî) nabînin, lê belê ew ji bo wan penageheke ewle ne, û jiyaneke asayî dijîn, weke ku tiştek nebe.”

Li gor medyaya HSDê, şeva Pêncşemê, çekdarên DAIŞê wesayitek û motorsîkletek bombebarkirî li nêzikî deriyê zindana Xiwêran a li Hesekê teqandin û piştre şer û pevçûnan di navbera şervanan û çekdarên DAIŞê de dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst