Heseke; li aliyekî şer û li aliyekî koçberî

Heseke (Rûdaw) - Li zindana Xiwêran şer û pevçûnên di navbera hêzên HSDê û çekdarên DAIŞê de berdewam in. Firokeyên Hêzên Hevpeyman jî çekdarên DAIŞê ên li zindan û derdora wê bombeberan dikin.

Hewl û operasyonên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo kontrolkirina zindanê berdewam in. Lê wek her carê di vî şerî de jî sivîl bûn bûne û qurbanî û pêleke koçberiyê ji taxên derdora zindanê destpê kiriye. Heta niha zêdetirî 1000 sivîl derbider bûne.

Hejmareke zêde ya xelkê koçber bûn

Ehmed Milhim, Welatî, dibêje, “Erê bira, sibehê zû ji me re gotin ji malên xwe derkevin. Yên dernekevin derve dê di mala xwe de bên kuştin. Em tirsandin û em reviyan. Ez û malbata xwe û zarokên xwe çûn cihekî din, lê me cih nedît, em jî vegeriyan mala xwe. Mala min li Xwêrane li kolana nêzî mizgeftê ye.”

Selwa Mihemed, Welatî, dibêje, “Em serê sibehê derketin, wê demê şer hebû, lê em jê netirsiyan, lê erebe li navçeyê zivirîn û bi semaeyan gotin ku divê sivîl ji navçeyî derkevin ji ber ku balefir wê bombebaranê bike,  em ji tirsa bombebarana balafiran reviyan. Eger her gule be em ê li mala xwe rûnên û tiştek bi serê me neyê, lê balafir dikare xaniyê me di serê mede xera bike.

Cihê me nîne. Em çûn cem çend nasên xwe, em ji sibehê heta niha bi wan re bûn, lê me dît ku rewşa wan jî ne baş e. Me dît ku mala wan sar e û odeyên wan sope nînin, ji ber vê yekê em vegeriyan mala xwe. Em ê vegerin mala xwe, em ê bi ku ve herin, Xwedê wê hêsan bike.”

Cebilxane ketiye destê çekdaran

Alozî û şerê li zindana Xiwêran ev 3 roj in berdewam e û çekdarên DAIŞê cebilxane ya sereke ya zindanê bidest xistine. Hejmara wan zêdetirî 5 hezar çekdaran e û beşek ji wan reviyane, lewma HSDê li bajar, qedexeya giştî ragihandiye û operasyonên desteserkirina wan çekdaran pêk tîn.

Fêwaz Xêsan, Welatî, diyar dike, “Dibêjin ku ew ji zindanê reviyane, dibe ku xelk jî bi wan re be, Xwedê dizane, eger di girtîgehê de alîkariya wan nehatibe kirin, çawa ji girtîgehê derketine, eger xelkek nebe alîkariyan wan kiribe, ew çawa ji girtîgehê reviyane? Ew girtîgeh e û zêrevan hene. Ne hêsan e ku mrov ji girtîgehê birevin, lewma bi ya min zehmet e ku girtîgeh li bajêr bimîne. Nerîna min ev e.”

Şeva Pêncşemê, demjimêr 19.50, şaneyeke çekdarên DAIŞê êriş birin ser zindana li taxa Xiwêran. HSDê ragihand ku tenê îro di şer û pevçûnan de, 22 çekdar hatine kuştin.

Her li gor zanyariyan, 100 çekdarên DAIŞê ku helw didan birevin, ji aliyê hêzên HSDê ve hatine girtin.