HSDê bîlançoya îro ya şer û pevçûnên li Hesekê ragihand

‌Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Zêdan Asî ragihand ku êrîşa DAIŞê ji dema herêm jê hatiye rizgarkirin heta niha, ya herî giran bû. HSDê jî ragihand ku di şer û pevçûnên îro de 22 çete hatin kuştin.

‌Hevserokê Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Zêdan Asî da xuyakirin ku HSD girtîgeha Xiwêran dorpêç kiriye. Asî spasya welatiyan û hêzên ewlekariyê jî kir.

Dorpêça li ser taxê

‌Hevserokê Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser diyar dike, hêzên wan bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ew girtîgeh dorpêç kirine. 

Zêdan Asî got jî, ew êrîş ya herî mezin e ji dema ku ew DAIŞî hatine girtin û herweha dibêje, hêzeke navdewletî li pişt vê êrîşa DAIŞê bû. 

Di dewama axaftina xwe de Zêdan Asî daxwaza ji aliyên navdewletî kir ku bêhtir hevkar bin bo  jinavbirina DAIŞê û berpirsyartiya xwe cîbicî bikin, ji ber ku “DAIŞ metirsiyeke cidî ye li ser hemû cîhanê. Hê jî hewil dide ku derbasî Sûriye û Iraqê bibe û çalakiyên xwe bike.”

Amarên şerê îro

Li aliyê din Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di pevçûnên îro de li derdora zindana Xiwêran 22 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û devera bakurê zindanê bi temamî hatiye kontrolkirin.

 

 

HSDê ragihand, “Sibeha îro şerên dijwar di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞê de rû dan ku êrişî girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran kirin. Hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn aliyê bakurê girtîgehê bi temam kontrol kirin.

 

 

Li gor daxuyaniya HSDê, “Di wan şeran de, 22 çete hatin kuştin, çeteyek hat girtin.” Herwiha hêzên HSDê dest bi ser seyareke cebilxane barkirî ya çeteyên DAIŞê de girt.

 

 

Daxuyaniya Asayişê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî eşkere kir ku taxa Xiwêran bi giştî dorpêç kiriye û operasyonên wan li taxê berdewam in.

Li aliyê din HSDê ragihand, hêzên wan li gundê Mişêrfê yê Eyn Îsa rûbirûyî êrîşke bejahî ya Artêşa Tirkiyê bûne û êrişa artêşa Tirkiyê û çekdaran têk bir.