Welatî ji biryara dirêjkirina dema proseya dersên bijarte dilxweş in

22-01-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Heya 7ê Sibatê zarok dikarin navê xwe li dersa bijarte ya Kurdî tomar bikin
Heya 7ê Sibatê zarok dikarin navê xwe li dersa bijarte ya Kurdî tomar bikin
Nîşan Dersa Bijarte Zimanê Kurdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bi biryara Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê li ser daxwaza dildarên kurdî bi hinceta berfa zêde bariye û dê û bavan nekariye dersên bijarte hilbijêrin dema serlêdana dersên bijarte ji 21ê Çileyê heta 7ê sibatê hate dirêjkirin. Dê û bavên ku bixwazin dikarin heta 7ê Sibatê biçin serî li dibistanan bidin û dersên Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin. Heta 7ê Sibatê her çiqas dibistan girtî bin jî li dibistanan dê rêveber û mamosteyên peywirdar amade bin.

Ji ber berfa zêde ya ku li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bariyabû, li gelek bajar, navçe, bajarok û gundan li dibistanan perwerdehî ji bo çend rojan hatibû rawestandin.

Li ser vê yekê dildarên Kurdî li ser torên civakî bang li Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê kirin ku heyama serlêdana hilbijartina dersên bijarte dirêj bike. Wezaretê guh da vê bangewaziyê û dema serlêdanan ji 21ê sibatê heta 7ê sibatê dirêj kir. Lê sendîkaya mamosteyan a nêzî hikûmetê Egîtîm Bîr Sen bi riya Rûdawê ji wezaretê xwest ku vê heyamê dirêjtir jî bike.

 Serokê Egîtîm Bîr Sena Amedê Remezan Tekdemîr dibêje: “Em dibêjin ev wext kêm e, ev wext me têr nake, ev wext kin e. Em dixwazin Wezareta Perwerdehiyê bila heta 11ê sibatê vê demê dirêj bike û wextê ku dibistan vebûn, zarok çûn dibistanan bila wê çaxê qeyda xwe çêkin û forma xwe tijî bikin.”

Heyama perwerdehiyê li bajarên Kurdan û Tirkiyê di 21ê vê mehê de kete betlaneyê û heta 15 rojan dê dibistan girtî bin. Lê dê û bavên ku dixwazin dersên bijarte yên kurdî kurmancî û zazakî hilbijêrin dikarin heta 7ê Sibatê biçin dibistanan û serlêdana xwe bikin.

Serokê Egîtîm Sena Amedê ya Şaxê 2emîn Fesîh Zîrek jî dibêje: “Roja dawiyê jî ger form dabe hundir jî dikare wê forma xwe biguhere, nûjen bike û bibêje ez filan dersê dikarim tercîh bikim. Ew maf heta 7ê mehê heye. Piştî ku ew pêvajo biqede ew sîstem dê bê girtin û ku tu nikaribî ser wê sîstemê bitikînî wê çaxê tiştekî ku ew jî bikaribin bikin tune ye.”

Her çiqas heta 7ê Sibatê dibistan girtî bin jî dê li dibistanan gerînende û mamosteyên peywirdar hebin.  Ev yek ji bo dê û bavên ku dersa kurdî hilnebijartine fersenda dawî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst