Temenekî kurt û xebateke mezin: Komara Kurdistanê

22-01-2022
RÛDAW
Nîşan Komara Kurdistanê Qazî Mihemed Meydana Çarçira
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komara Kurdistanê 76 sal berî niha îro, li meydana Çarçira a Mihabada Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin. Temenê komarê kurt, lê bandora wê mezin bû.

Komara Kurdistanê 22yê Çileya 1946an li Meydana Çarçira ya Mihabadê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed hat ragihandin.

Rêveberiya Komara Kurdistanê ji 13 wezareta pêk dihat. Pêşawa Qazî Mihemed Serokomar û Mela Mistefa Barzanî jî Sererkanê Artêşa komarê bû.

Kabîneya Komara Kurdistanê

Serokwezîrê Komara Kurdistanê Hecî Baba û di kabîneya wî de, Wezîrê Navxwe Mihemed Emîn Mueynî, Wezîrê Derve Hecî Rehman Îlhanzade, Wezîrê Veguhestinê Îsmaîl Îlhanzade, Wezîrê Berevaniyê Mihemed Husên Seyfî Qazî, Wezîrê Ragihandinê Kerîm Ehmedî, Wezîrê Rewşenbîrî Menaf Kerîmî û Wezîrê Cotkariyê jî Mehmûd Welîzade bû. Herwiha komîteyek jî taybet ji bo karûbarên jinan hebû.

Komara Kurdistanê, bajarê Sine, Şino, Serdeşt û Miyandab li xwe digirtin û paytexta wê jî Mihabad bû.

Pêşawa Qazî Mihemed li Meydana Çarçira bi van 6 maddeyan Komara Kurdistanê ragihand:

-Pêkanîna rêveberiyeke otonom ji bo Kurdan li nav sînorên dewleta Îranê

-Bikaranîna zimanê Kurdî di rêveberî û saziyên perwerdehiyê de

-Avakirina encûmeneke xwecihî ji bo birêvebirina karûbarên civakî û dewletê li Komara Kurdistanê

-Destnîşankirina karmendên dewletê ji xelkê xwecihî

-Hevkariya li gel gelê Azerbaycanê

-Pêkanîneke sîstemeke hiqûqî ku her kesê li xwe bigire

Gotara Qazî Mihemed

Qazî Mihemed di gotara xwe ya ragihandina Komara Kurdistanê de tekezî li ser girîngiya hevgirtin û yekîtiya gelê Kurd kir.

Komara Kurdistanê li gel `Hikûmeta Niştimanî ya Azerbaycanê` ku Nîsana 1945an bi piştevaniya Sovyetan hatibû avakirin, peywendiyên baş pêkanîn û roja 3ê Gulana 1946an jî di navbera hikûmetên Kurdistan û Azerbaycanê de peymanek hat îmzekirin.

Li gor wê rêkeftinê, di warên serbazî, aborî, perwerde, civakî, îdarî û warên din de herdu hikûmetan hevkariyek pêk anîn.

Lê piştî ku artêşa Sovyetê roja 9ê Gulanê ji Îranê vekişiya, artêşa Îranê êrişî Azerbaycanê kir, hemû rêveberên wê kuştin û berê xwe da Mihabadê.

Belgefîlma Komara Kurdistanê:

 

Dagirkirina Komara Kurdistanê

Li ser vê yekê, Qazî Mihemed ku dizanî artêşa Îranê, jibilî dagirkirina axa Kurdistanê, dê talan û wênrankariyeke mezin bi serê xelkê de bînin, ragihand, bi mercê ku leşker vekişin, ew dê xwe radest bike.

Bi vekişîna leşkerên Îranê û xweradestkirina Pêşawa Qazî Mihemed, artêşa Îranê roja 17ê Çileya 1947an Mihabad bi temamî dagir kir.

Pêşawa Qazî Mihemed, piştî nêzikî 3 meh ji zindanîkirinê, roja 31ê Adara 1947an, li gel Serokwezîr Haecî Baba Şêx û Wezîrê Berevaniyê Mihemed Husênxan Seyfî, li cihê ragihandina Komarê, li Meydana Çarçira a Mihabadê hat darvekirin.

Komar, wek destpêkeke nû

Komara Kurdistanê di serdema şerê duyem ê cîhanê de pêk hat. Li beşeke Rojhilatê Kurdistanê valahiya desthilatê pêk hatibû û Kurdan jî sûd ji wê rewşê wergirtibû. Komar weke destpêkeke nû di tevgera Kurd de tê dîtin. Ev jî bûye bingeha guhertina naverok, form û şêwaza tevgerên piştî xwe.

Komara Kurdistanê 11 mehan jiya. Kurd çarenivîsa Komarê wek qurbaniya berjewendiyên zilhêzan dibînin.

Kar û karîgeriya Komarê ji wê zêdetir e ku ji hikûmetekê dihat çaverêkirin. Derbasbûna dem; armanc, girîngî û pêgeha Komara Kurdistanê li aliyê Kurdan kevin ne kiriye.

Navendeke rewşenbîrî

Temenê Komara Kurdistanê kurt bû, lê di wê heyama kurt de bû navenda kar û xebatên, siyasî, civakî, aborî, hunerî, wêjeyî, leşkerî, dîplomasî û rewşenbîrî. Ala Kurdistanê li ser avahiya parlamentoyê hat bilindkirin, Ey Reqîb wek sirûda netewî hat pesendkirin, Kurdî wek zimanê fermî hat ragihandin û artêş hat pêkanîn.

Li wê heyama kurt de li Komara Kurdistanê, jibilî zelalkirina destûreke bingehîn, gelek rojname û kovar hatin derxistin, Komîteya Jinan hat avakirin û jinan di kar û xebatan de roleke aktîv lîstin.

Munîre Qazî yek ji 7 keçên damezrênerê Komara Kurdistanê Pêşawa Qazî Mihemed e û ji Rûdawê re behsa jiyan, kar û xebatên Qazî Mihemed kiribû ku bavê 7 keç û kurekê bû.

Ew roja ragihandina Komara Kurdistanê li bîra we ye?

Belê, gelek baş li bîra min e. Naverasta zivistanê bû. Hewa gelek xweş bû, hewayê cejnê hebû. Xelkê govend girêdabû, dahol û zirneyan lê dida. Em li dibistanê bûn. Ji ber ku em keçên Pêşawa bûn em nîşan didan lêbelê bavê min ji cudakirina me ji xwendekarên din gelek aciz dibû.

Gelo hatina Barzaniyan li bîra te ye?

Bavê ji bo pêşwazîkirina Mele Mistefa Barzanî çûbû derveyî bajêr, ji wan kesên ku hatibûn re xanî hatin pêşkêşkirin. Du malbatên ji Barzaniyan jî li gel malbata me diman. Baş tê bîran min, navê yek ji wan xanimên ku li mala me dima, Xatîce bû. Rojekê got, ‘Xwezî ez bi pêlavên Qazî Mihemed biçûma çeşmê.’ Dema ku bavê jî ev bihîst, pêlavên ji lingê xwe derxist û dan wê. Her kes bi hatina wan gelek kêfxweş bûbû.

We çawa zanî Qazî Miheme hatiye bidarvekirin, xelkê çi kir?

Mi mala me kesekî bi navê Haşîm hebû dixebitî. Parêzerê bavê min hat ji wî xwest ku zarokan bibe mala dapîra min. Mala dapîra min li meydana Çarçirayê bû. Wî hemû zarok şandin û tenê ez mam. Min dît ku li Meydana Çarçirayê amadekariyê bidarvekirinê dikin, lê min tam fêm nekir mesele çi ye. Dapîra min li xwe dida û dipirsî “ev amadekariyên axayê min e?” Piştre leşkerên hatin dapîr û xalê min dehf dan û ew ji wê derê dûr xistin. Min dengê bavê xwe bihîst. Tê bîra min wî wiha got: “Eger hûn îro Qazî Mihemed bikujin, sibe bi hezar Qazî Mihemed dê jidayîk bibin.” Bavê min du caran benê xwe qetand û herdu caran jî li fermandeyê mangaya îdamê xistiye. Piştre tevahiya cîhanê ji bo me girî.

Hevpeyvîna li gel keça Pêşawa Qazî Mihemed…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst