HAK-PAR: Komara Kurdistanê rûyê pîroz ê dîroka Kurdistanê ye

22-01-2021
RÛDAW
Nîşan Komara Kurdistanê HAK-PAR Ala Kurdistanê Rojhilatê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HAK-PAR dibêje, “Komara Kurdistanê rûyê pîroz ê dîroka Kurdistanê ye û li pey xwe destkevtiyên mayinde hişt. Berxwedana Qazî Mihemed, baweriya gelê Kurdistanê qayîmtir dike.”

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi boneya 75emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mihabada Rojhilatê Kurdistanê, daxuniyek belav kir.

HAK-PAR bibîr dixe, “Roja 22yê Çileya sala 1946an li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya nemir Qazî Mihemed û hevalên wî, Komarek hate damezrandin. Îsal bu 75 sal ku ew komara netewî a Kurdistanê hatiye avakirin.

Damezrêner û avakar û pêşengê Komarê “Komela Vejîna Kurd - JÊKAF) bû. JÊKAF piştî demeke kurt xwe veguhast û bu partî. Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ/HDKÊ) wek rênîşander û parêzgerê Komara Kurdistanê a Mahabadê saz bû.”

HAK-PAR amaje bi temenê kurt ê Komarê dike û dibêje, “Heyf e ku temenê Komarê 11 mehan ajot. Lê, di maweyê van 11 mehan de, gelek nirx û hêjanên miletê Kurd hatin xûlqandin. Komara Kurdistanê a Mahabadê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ve, bi fermî hatîbû naskirin” û tekez dike, “Komara Kurdistanê cerbandinek pir giring bû û bê guman  li du xwe destkevtiyên mayinde hişt.”

Di daxuyaniyê de behsa xebatên Komarê jî tê kirin û tê gotin, “Di dema desthilatiya Komara Kurdistanê de, di warê çand û ziman û huner û edebiyatê de, gelek gavên giring hatin avêtin. Operayek netewî bi navê “Daykî Niştiman” hate çêkirin, di warê çapemenî û weşangeriyê de jî, gelek cehdên girîng encam dan. Zimanê Kurdî bu zimanê fermî û zimanê hînkarî û perwerdekariyê. Şagirtên dibistanan gihiştin zimanê xwe û bi Kurdî dest bi xwendin û nivîsandinê kirin.”

HAK-PAR dibêje, Komara Kurdistanê a Mihabadê, “yekem car leşkerek nîzamî ava kir û  ji bo leşkerên Kurd navê “Pêşmerge” lê hat danîn. Pêşmerge ew kes e ku pêş hemu kesî diçe mirinê. Yanî parêzgerê gel û welat e Pêşmerge. Bi biryara Komara Mihabadê Mela Mistefa Barzanî wek General û Fermanderê Gişti yê Leşkerên Kurdistanê hate tayînkirin.”

Herwiha di dewama daxuyaniyê de tê gotin, “Komarê sîrûda netewî  Ey Reqîb” wek merşa Kurdî qebûl kir ku her niha jî hemu Kurd vê yekê dipejirînin. Qencî û sûdên Komarê helbet ne evqas in. Herwiha ala Kurdan di vê demê de hate kifşkirin û ala rengîn hate eşkerekirin. Bi avakirina Komara Kurdistanê re, cara yekem bu ku bi navê “Peymana Sê Sînûr” peymanek hate saz kirin û çawaniya pêwendiyên navbera rêxistinên Kurdî bi vê peymanê, hate sererast kirin.

Di vê demê de, Komela, Xoybun û Hêvî wek sê rêxistinan ku her yek ji wan ji beşekê cûdayê Kurdistanê bun, di navbera xwe de destebiratiyê ava kirin û wek hevalbend Komara Kurdistanê a Mahabadê wek dilşahî û serketineke netewî pejirandin û jêre bune arîkar û piştevan. Îro jî hewcedariya Miletê Kurd bi “Peymaneke Sê Sînor“ heye.”

HAK-PAR dibêje, “Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed herwiha Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê jî bu. Partî û Komar di heman çax de hatibun dinyayê. Mixabin ku Komar nema karî xwe rabigre; lê, Partî îro jî bi mêrxasî ji bo azadfiya Kurdistana Rojhilat têdikoşe, dixebite.

Rejima dirinde ya Îranê, piştî vekêşana Artêşa Sor êriş bir ser Komarê û hikumeta herêmê têk bir. Qazi heta axirîn nefesa xwe di meqamê xwe de wek mirovekî serbilind li ber xwe da. Lê bêmecal û bê pal û pişt ma, civaka navnetewî a cîhanê û saziya Miletên Yekbûyî li pişta Kurdan nesekinîn.”

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin, “Dewleta dagirker, Komara Kurdistanê dorpêç kir û hilweşand. Serokkamar Qazî Mihemed û Serokwezîr Hacî Babaşêx û wezîrê parastin û berevaniyê Seyfî Qazî  ji aliyê rejima zordar a Îranê ve roja 31’ê  Adara sala 1947an, hatin idam kirin. Komara Kurdistanê ya Mihabadê sikaneke gelek giring e di dîroka gelê Kurd de.”

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), “bi rêz Komara Kurdistanê a Mihabadê” bibîr tîne û dibêje, “di 75emin saliya vê Komara netewî de, divê gelê Kurd wan rojan yad bike, û ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre. Komara Kurdistanê a Mihabadê, rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye. Rûhşad bin Qazî Mihemed û hevalên xwe. Berxwedana Qazî Mihemed, baweriya gelê Kurdistanê qayîmtir dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst