PAK: Komara Kurdistanê serbilindiya hemû Kurdistaniyan e

Hewlêr (Rûdaw) - PAK tekez dike, “Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hatibû îlan kirin serbilindiya hemû Kurdistaniyên cihanê ye.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 75emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mihabada Rojhilatê Kurdistanê, daxuniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, “Komara Kurdistanê bi Serokkomariya Pêşewa Qazî Mihemed 75 sal berê di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê hate îlankirin.Wê rojê li Meydana Çarçirayê nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn.”

PAK bibîr dixe, “Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin. Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.”

PAK dibêje, “Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistaniyên cîhanê pê serbilind bin. Jiyan, helwest , şexsiyet û wasiyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanî û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike.”

Di daxuyaniyê amaje bi wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemed hatiye kirin, “Wasiyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.

Dibêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastin û hişmendiya azadî û dewletbûnê bila bingeha siyaseta we be.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijmanatiya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin.

Dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.

Dibêje rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadiya Kurdistanê bigirin.

Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘Ala Kurdistanê rojek were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin jî dê bê hildan’.”

PAK dibêje, “Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzaniyê nemir kirî bû bi xwîna dehhezaran şehîdan, bi têkoşîneke qehramanane, îro li ser Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.”

Her di wê daxuyaniyê de amaje bi banga Qazî Mihemed û tê gotin, “Pêşewa Qazî Mihemed bangî nûnerên 50 milyon Kurdên cîhanê dike:

Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxistinên girseyî, netewî. Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin.

Belê, pêkanîna wasiyeta Pêşewa Qazî Mihemed herweha rê lêvekirina azadiya li her çar perçeyên Kurdistanê ye.”

PAK dibêje, “Gava ku em vê wasiyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzaniyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.

Di 75emîn salvegera îlankirina Komara Kurdistanê de, PAK “Pêşewa Qazî Mihemed, Pêşewayê Leşkerî yê Komara Kurdistanê Mele Mistafa Barzaniyê nemir û hemû damezranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî" bi bîr tîne.