25 barhilgir alîkariya mirovî ji Idlibê re hatin şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve 25 barhilgir hevkariya mirovî bo bajarê Idlibê yê Sûriyê hat şandin.

 

Barhilgir li navenda lojîstîkê ya li bajarokê Reyhanli ya Hatayê hatin barkirin ku ser bi Neteweyên Yekbûyî ye.


Her 25 barhilgir di jêr çavdêriya Cendirmeyên Tirkiye û karmendên Neteweyên Yekbûyî de çûn Deriyê Sînor ê Cîlvegozu û piştî qedandina karûbarên yasayî ber bi bajarê Idlibê ketin rê.


Hat ragihandin ku hevkariya mirovî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye şandin dê li xelkê xwedan pêdivî yên Idlib û derdora wê were belavkirin. Lê nehatiye diyarkirin ka dê her karmendên Neteweyên Yekbûyî wê alîkariyê belav bikin an grûpên din.