Navenda Nûçeyan - Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê 4 muxtarên ku bi îdiaya peywendiya wan bi PKK/KCKê re heye ji kar hatibûn dûrxistin hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve tê birêvebirin polîsan li navçeya Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin.
Li gorî agahiyan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê de derheqê 4 muxtarên ku bi îdiaya peywendiya wan bi “rêxistina terorê” re heye û ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji kar hatibûn dûrxistin, biryara girtinê hat derxistin.
Bi operasyona hevwext a Rêveberiya Fermandariya Cendirmeya Wîlayeta Mêrdînê 4 muxtar hatin desteserkirin.
Karûbarên wan muxtaran li Rêveberiya Ewlekariya Mêrdînê berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse