Elî Qeredaxî: Diviyabû Tirkiye êrişî rejîma Esed bike ne Efrînê

22-01-2018
RÛDAW
Elî Qeredaxî
Elî Qeredaxî
Nîşan Elî Qeredaxî Efrîn Tirkiye Êriş Îslam
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilman, Elî Qeredaxî ji Rûdawê re ragihand, nedibû ku Tirkiye êrişî Efrînê bike û tekez kir, li şûna ku Tirkiye êrişî Efrînê bike, diviyabû êrişî rejîma Esed bike.

 

Elî Qeredaxî beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya televîzyona Rûdawê ya bi pêşkêşkariya Hîwa Cemal bû û derbarê êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê de helwesta xwe aşkere kir.

 

Profesor Elî Qeredaxî ku Sekreterê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilman e, ji ber êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê dilgiraniya xwe anî ziman û got: “Em dilgiran in ji wê êrişa dilhejîn a ku ji aliyê Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê ve bo ser Efrînê hatiye destpêkirin. Me dixwast ku ev êriş bo ser rejîma Sûriyê ba ne kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku li dijî DAIŞê qurbanî dane.”

 

Elî Qeredaxî herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump li hember vê rewşa niha ya li Efrînê bi berpirsyar bi nav kir û got: “Serokê Amerîka, Donald Trump berpirsyarî dikeve ser stuyê wî ku ev fitne çê kir û got; ku em dê artêşekê li ser sînorê Sûriyê ava bikin, niha jî bêdeng e li hember êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê.”

 

Qeredaxî herwiha Rûsya û Îran jî li hember êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê bi berpirsyar da zanîn.

 

Sekreterê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilman destnîşan kir, ku ev pirsgirêk bi rêya serbazî çareser nabe û pêwîst e ku bi gotûbêjan were çareserkirin.

 

Elî Qeredaxî herwiha daxwaz jî kir, ku şandeke mezin li Kurdistanê were pêkanîn, daku li gel şandeke Tirkiyê bicive û çareseriyeke aştiyane ji vê mijarê re bibînin.

 

Qeredaxî bikaranîna ola Îslamê û duakirina ji bo şerê Efrînê ji aliyê hin melayên Tirkiyê ve rexne kir û got: “Ev êriş siyasî ye û ji bo berjewendiyan e. Em li dijî wê yekê ne ku li ser navê ola Îslamê ev kar were kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst