BEDLÎS - Masîgir bi bivirî cemedê dişkînin û masiyan digirin

22-01-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
...
...
A+ A-

Bedlîs (Rûdaw) – Li ser Gola Nazûkiyê ya navçeya Xelata Bedlîsê ku ji ber sir û seqemê niha gol qerisîyê, masîgir bi bivirî cemedê dişkînin û torên xwe davêjin avê û masiyan derdixin.


Li Bakurê Kurdistanê nemaze li herêmê Serhedê şert û mercên zivistanê dijwar e, li bajar û bajarokên wek Bedlîs Mûş, Agirî û Qersê germahî carna dikeve bin sifrê de 30 pêleyan, ji ber sermaya dijwar niha Gola Nazûkiya bajaroka Xelatê qeşa girtiye. Gola ku bi masiyên xwe yên tahmxweş navdar e  niha ser girtiye, lê masîgirên gundê derdorê wê cemedê dişkînin û masiyan digirin her wisa li ser gola qeşagirtî govendê digirin.


Ev der erdeke li ser Pirxûsa Xelata Bedlîsê ye, zivistan e zivistana welatê Serhedê dijwar e. Yên ku vê derê nasnekin dê bêjin ev deşteke fireh e û berfê lê kiriye, lê ev der ser Gola Nazûkiyê ku ji ber sir û seqemê niha gol qerisîyê, masîgirên Pirxûsî bi bivirê cemede dişkînin û torên xwe davêjin avê.


Masîgir Ebdûrrehîm Ayday ji Rûdawê re wiha got: “Em havîne ji ser avê digirin, zivistanê jî cemedê qul dikin, bi navbera 10 metreyan tevahî sed metre torên xwe gire didin û masî digirin. Ev masî hem ji bo xwarina malê hem jî ji bo firotinê ye.”


Masîgirên Pirxusî kunê kudî berî de vekirine torên xwe gire didin û rojeke li benda masiyan dimînin. Masîyên Gola Nazûkiyê masiyên herî tamxweş têne zanîn di herêma Serhedê de û herwisa ev dahat e ji bo gundiyan


Şerdarê berê yê Pirxûsê Abdurrehîm Altındal jî got: “Ev gundên derdora Pirxûsê tev li hev dicivin, bi kelekan masiyan digirin, van masiyan gelek caran difroşin hîn bajarên Bakurê Kurdistanê, di aliyekê de ev ji bo aboriya me qezenceke baş e.”


Gundiyên Pirxûsî dema karê wan li bajêr nebe yek ser têne ser golê û masiyan digirin  her wisa ev wek çalakiyeke civakîyê ji bo wan, li ser cemede di bin de 150 metre kurahiya avê lê ew li ber stranên Serhedî  govendê digirin.


Gola Nazûkiyê di hududê Xelat û Kopê de ye ev tê wê wateyê ku hem li ser bajarê Muşê hem jî yê Bedlîsê ye xala herî kurahiya wê 274 metre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst