Du endamên komîteya şopandina doseya kutşina Kawa Germiyanî vekişan

22-01-2014
A+ A-

 

Kelar (Rûdaw)- Du endamên komîteya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mebesta şopandina doseya kuştina rojnamevan Kawa Germiyanî hatinbû pêk anîn, dest ji kar vekişandin wek nerazîbûnekê himber birayara azadkirina du tometbaran di wê doseyê de.

Di daxuyaniyekê de her yek ji Sekreterê Giştî yê nvîsgeha Germiyan ya sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê, Aram Îkram û berpirsê navenda Mîtro ya bergirî li rojnamevanan Rehman Xerîb, ragihandin ku wan dest ji kar vekişan di komîteya taybet bi şopandina dosya Kuştina Kawa Germiyanî de.

Her du endaman di daxuyaniyê de ragihandin “Berî niha e hebûna komîteyekê bo wê mebestê me bi pêwîst dizanî û mayîna me jî di wê komîteyî de bi heman pêwîstî me dizanî, ji ber ku karên doseyê bi awayekî baş bi rêve diçû, lê niha û piştî pêşhatên dawî yên doseyê û biryara dawî ya dadgehê, em êdî hebûna xwe di wê komîteyê di bi pêwîst nizanin, ji ber ku biryarên dadgehê nehêjayê şopandinê ne”.

Ji aliyê Din îro (22.01.2014) malbat û hevalên Kawa Germiyanî daxuyaniyek ragihandin ku ew dê sibe li pêş dadgeha Kelar konfransekî rojnamevanî lidar bixin û têde çendîn tiştên veşartî di doseya Kawa Germiyanî û daagehê û dadweran eşkere dikin.

Îro (22.01.2014) dadgeha Kelar biraya azadkirina Endamê Poîtburoya Yekîtiya Niştimanî ta Kurdistanê Mehmûd Sengawî û Endamê serkirdatiya YNK Edanan Heme Mîne, derkiribû, lewma pêleke nerazîbûne di nav kesûkarên Kawa Germyanî û dostên wî û endamên komîteya şopandina dosya kuştina wî rojnamevanî derket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst