68 sal bi ser damezrandina komara Kurdistan de derbas bû

22-01-2014
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- 68 sal bi ser damezrandina komara Kurdistanê ve derbas dibe, komareke kêm temen ku hikum li ser beşekî kêm ji xaka Kurdistanê dikir.

Di 22ê Çileya sala 1946an de li meydana Çarçirayê komara Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemd ve hat ragihandin.

Lê heta niha bandora komara Kurdistanê li ser raya giştî ya Kurdistanê de diyare, yek ji şûnwarê wê bandorê binav kirina cade, dibistan, xistexane û mizgefatn û cihên giştî li Herêma Kurdistanê bi navê yekem Serokomarê Kurdistan pêşewa Qazî Mihemed e.

Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê cadeyeke sereke û mizgeftek bi navê pesewa Qazî Mihemed hatine binav kirin.

Herwiha li bajarê Duhokê cadeyeke sereke, dibistan, nexweşxane û mizgeftek bi navê Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed hatine binav kirirn.

Li bajarê Silêmaniyê jî yek ji mizgeftên herî diyar di bajar de û dibistanek bi navê pesewa Qazî Mihemed hatine binav kirin.

Herwiha di salên borî de bi beşdariya aliyên siyasî ji hemû beşên Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê merasîma salvegera damezrandina komara Kurdistanê dihat lidar xistin.

Di 10ê Kanûna sala 1946an de Komara Kurdistanê hilweşa.

Yek ji xalêm bihêz ên hikumraniyê serdema komara Kurdistan wekheviya kurdên beşên din ên Kurdistanê bû.

 Çalakvan, serkirde û rewşenbîrên Kurd ji Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hest bi berpirsiyaretiyê kirine himber wê komarê, û ji bo alîkarîkirinê serdana Mihabadê kirin.Li wê dê ast û pileyên cuda bi wan hatin spasrtin bê cudahî di navbera wan de nebû.

Danîna navê Serokomarê Kurdistanê li ser cade û cihên giştî li bajarên Herêma Kurduistanê wataya yekbûn û yekîtiya Kurda ye, gotarek ku Qazî MIhemed gelek zû hest pê kir û di wesiyet nameya xwe de daxwaza yekbûn û yekîtiyê ji kurdên hemû beşên Kurdistanê kiriye û û tenê yekgirtin bi simbula serkeftina kurdan daye zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst