Mêrdîn - Karkerek ji qata 6an ket û mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê karkerek dema dixebitî ji qata 6an ya avahiyê ket û canê xwe ji dest da.
Li taxa Yenêşehîrê ya Mêrdînê karkerê bi navê Bîlal Gumuşê 44 salî dema ku dixebitî lingê wî şemitî û ji qata 6an a avahiyê ket.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Piştî lêkolîna tîmên tenduristiyê hat ragihandin ku karkerê 44 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Li gorî rapora Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG), di Çiriya Pêşîna îsal de herî kêm 164 karkeran canê xwe ji dest daye ku 42 ji wan yên sektora çêkirina avahiyan e.