KERKÛK - 2 karkerên ji Kobaniyê mirin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Karker Gaza Sobeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Ofîsa Nehîştina Tawanan a taxa Azadiyê ya Kerkûkê ragihand, 2 karkerên ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber gaza sobeyê mirine.

Birêvebirê Ofîsa Nehîştina Tawanan a taxa Azadiyê ya Kerkûkê Saman Remezan ji Rûdawê re ragihand:

“Îro danê sibehê 2 karkerên ji Kobaniyê ku 2-3 meh in li nahiyeyê Tazeyê ya Kerkûkê dixebitîn, destê sibehê ji ber gaza sobeyê canê xwe ji dest daye.”

Birêvebirê Ofîsa Nehîştina Tawanan Saman Remezan da zanîn:

“Ew du karker di konekî de dijiyan.

Ew saet 02:00yan ji kar vegeriyane û sobeya gazê pêxistine û paşê ketine xew.

Her du jî ji ber belavbûna gazê mirine.”

Birêvebirê Ofîsa Nehîştina Tawanan Saman Remezan destnîşan kir ku termên her du karkeran li Nexweşxaneya Azadiyê ya Kerkûkê ne.

Yek ji wan karkeran zewicî bûye û 33 salî bûye û yê din jî ezeb û 26 salî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst