5 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku 5 şervanên wan di êrişên çekdaran de canê xwe ji dest da.
Tevî agirbestê komên çekdar êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qerekozakê ya di bin kontrola HSDyê de dikin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku piştî ku êrişên çekdarên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, li Bendava Tişrîn û derdora hatin têkbirin, artêşa Tirkiyeyê û çekdarên wê êrişên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirin.
Li gorî daxuyaniyê di encama êrişên asmanî û bejahî de 5 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Piştî hêzên me êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê ji du aliyan ve têk birin, bi dehan ji wan kuştin, gelek tank û wesayîtên wan ên zirxî rûxandin, dagirkeriyê êrişên xwe yên bejahî û hewayî li dijî herêmê zêde kirin.
Di encamê de 5 şervanên me şehîd bûn."
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 35 çekdarên êrişkar hatin kuştin.