Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê li Hewlêrê ye

11 demjimêr berê
RÛDAW
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê gihişt Hewlêrê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê gihişt Hewlêrê / Wêne: Rûdaw Grafîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto gihîşt Hewlêrê û ji Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya piştî serdana xwe ya li Bexdayê hat Hewlêrê û li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.

Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Şako Osman ji Rûdawê re got:

"Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê dê li gel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê li ser çaksaziyên ji bo hêzên Pêşmerge bicive û çend mijarên din jî gotûbêj bike."

Şako Osman da zanîn ku  Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê dê biçe serdana leşker û şêwirmendên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê herî dawî 2ê Gulana 2023yan hatibû Herêma Kurdistanê kiribû û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû.

Îtalya endamê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ye û piştgîriya hêzên Pêşmerge dike.

Şêwirmendên Îtalyayê yên leşkerî li Herêma Kurdistanê û Îraqê Pêşmerge û leşkerên Îraqê perwerde dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst