Mezlûm Ebdî derbarê êrişa li Almanyayê peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî êrişa li bajarê Magdeburgê yê Almanyayê şermezar kir û got, "Ev tawan, giringiya xurtkirina hewldanên navneteweyî yên ji bo têkoşîna li dijî terorê nîşan dide."

Li bazara Noelê ya bajarê Magdeburgê yê Almanyayê bijîşkekî ji Erebistana Siûdiyê doh bi şev bi otomobîlekê dabû nav xelkê.

Di encama êrişê de yek jê zarok 5 kes mirine û herî kêm 200 kes jî birîndar bûne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser êrişê peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de wiha got:

"Em êrişa terorîstî ya li Almanyayê bi tundî şermezar dikin û ji malbatên qurbanîyan û hikûmeta Almanyayê re sersaxîyê dixwazin.

Ev çalakiya tawankar, têkoşîna li dijî terorîzmê û ji bo rûbirûbûna her cihê ku teror lê hebe giringiya xurtkirina hewldanên navneteweyî nîşan dide."