DEM Partiyê ji Leyla Zanayê xwest ku bibe berbijêra Amedê

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan Leyla Zana Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê dema serlêdanên berbijêriyê heta 25ê Kanûna Pêşînê direj kiribû û ji siyasetmedara Kurd a darîçav Leyla Zanayê xwest ku bibe berbijêra Amedê.

Hat ragihandin ku dê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê wek berbijêr nîşan dide.

Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, DEM Partiyê ji siyasetmedara Kurd a darîçav Leyla Zanayê xwestiye ku bibe berbijêra Amedê.

Herwiha hate ragihandin ku Leyla Zanayê heta niha ti bersiveke erênî yan neyînî nedayê.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Leyla Zana dê di demeke kurt de biryara xwe bide.

Hate diyarkirin ku rêveberên DEM Partiyê dê di rojên pêş de careke din bi Leyla Zanayê re bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst