Ozgur Ozel têkildarî ‘Şêx Seîd’ name nivîsî

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel têkildarî Rêberê Kurd Şêx Seîd nameyek nivîsand.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di bernameyeke ya televîzyonê de têkildarî nîqaşên li ser Rêberê Kurd Şêx Seîd gotibû:

“Em dizanin serhildana Şêx Seîd di eslê xwe de li dijî komarê ye lê divê em rêzê li wan pirsgirêkan bigirin ku dema tepeserkirina vê serhildanê dilê gel êşandine.”

Rojnameger Bariş Terkoglu, Ozel rexne kir û got, “Helwesta Abdullah Ocalan a li dijî Şêx Seîd paşvetir bû.”

Piştî rexneyan Ozel bi nameyekê bersiva Bariş Terkoglu da.

Bariş Terkoglu nameya serokê CHPyê di qunciknivîsa xwe de parve kir.

Ozel di nameya xwe de got:

“Ez gotina te ya ‘di navbera Ataturk û Şêx Seîd de kesekî bê alîgire’red dikim û bi rastî gotinên dilşikên in.

Ez wekî kes û wekî serokê CHPyê jî aligirê Ataturk im. Ez fikra li dijî vê, wekî heqaretê qebûl dikim.

Hûn dikarin axaftinên min ên di TV100î de careke din guhdar bikin. Min li wir bi tîpên mezin destnîşankir ku ez alîgirê Mustafa Kemal Ataturk im. Ez niha jî binê wê xêz dikim.”

 “Mafê wan ê rewa ye ku bipirsin cihê definkirina bapîrê wan li kû ye"

Beşa nameya Ozel ya derbarê Şêx Seîd wiha ye:  

“Çarçoveya ku hûn wekî 'bêalîbûnê' bi nav dikin, ti têkiliya wî bi kesayeta Şêx Seîd û kirinên wî re nîne.

Çiqasî tepeskirina Serhildana Şêx Seîd û bidarvekirina wî mafekî rewa bû, diyarkirina cihê gora wî jî mafekî rewa ye.

Ez wekî serokê CHPyê alîgirê Ataturk im.

Wekî rojnamegerekî ku min ji nêz ve dişopîne, gotara te ez gelek xemgîn kirim.

Bi baweriya xwe ya azadiya ramanê û bi rêzgirtina azadiya çapemeniyê we silav dikim.”

Gotinên Ocalan bi bîr xistin

Bariş Terkoglu di nivîsa xwe ya berê de axaftina Serokê PKKyê Abdullah Ocalan a sala 2004an bi bîr xist:

“Li pişt serhildanan Siltan Vahdettîn û Înglîz hebûn. Mustafa Kemal di serhildanan de tenê Kurdan nedidît û digot ‘Dê komar ji dest biçe, dê Tirk û Kurd nemînin, dê li cihê wê Sevr were.’

Wê demê Tirkên hevkr jî hebûn. Şêx Seîd ne azadîxwazekî netewî yê Kurd bû ew pêtir oldar û otonomîsteke feodal bû. (...)

Sedema serneketina Şêx Seîd ew e ku nûnertiya kevneperestiyê dikir. Mustafa Kemal di wan şert û mercan de nûnertiya kesên pêşketî dikir.

Ez nabêjim Kurd paşverû bûn lê serokên wan paşverû bûn.”

Ocalan di notên xwe yên 28ê Tebaxa 2009an de jî dibêje:

“Mustafa Kemal lîstikên Îngilîzan, bi kêmanî çareser kiribû. Înglîzan ji bo polîtîkayên xwe, Kurd avêtin ber destê dewleta Tirkan.

Ew het tim wisa dikin. Şêx Seîd bi kar anîn. Wan Şêx Seîd bi kar anî  Kerkuk û Musil dagir kirin.

Bi vî awayî Mustafa Kemal berê xwe da Kurdan. Brîtanyayê jî bi vî rengî li ser Şêx Seîd hinek polîtîka rêxksitin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst