Li Cizîrê xwendekara 19 salî 3 roj in wenda ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê, xwendekara Kurd Dîcle Erdena 19 salî 3 roj in winda ye.

Dîcle Erden, sibeha 19ê Kanûna Pêşînê ji bo ders bixebite ji mala xwe derketibû.

Li gorî nûçeya DHAyê, piştî ku Erden ber bi mexrebê ve venegeriya malê, malbata wê li derdor lê geriya û li hevalên wê geriyan lê ti xeber jê wernegirtin.

Malbatê ji bo dîtina keça xwe serî li Rêveberiya Ewlehiyê ya Navçeyê da.

Tîmên ewlehiyê ji bo dîtina Dîcle Erdenê dest bi xebatên lêgerînê kiriye lê 3 roj in çarenivîsa wê ne diyar e.