HDP: Ji ber qedexeyan ajeldar û cotkarên Colemêrgê zerareke zêde dîtine

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê dibêje, nêzîka heft salan e li Colemêrgê ji derveyî navçeyên nîştecîhbûna xelkê, hemû cih hatine qedexekirin û ji ber wê yekê jî ajaldar û cotyarên sînorê parêzgehê zerareke zêde dîtine.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Sait Dede roja Sêşemê 20ê Kanûna 2022ê di civîneke çapemeniyê de li Parlamentoya Tirkiyê ragihand ku li Colemêrgê hemû şiyana dewletê xistine xizmeta karbidestên AKPê û got: "Ji ber ragihandina qedexeyan li hemû navçeyên derveyî cihê nîştecîbûnê çandinî û ajaldarî gihiştiye asta nemanê. Welatî nikarin zeviyên xwe biçînin û ajalên xwe biçêrînin."

Parlemanterê HDPê Sait Dede wiha berdewam kir “Bi biryara parêzgarê Hekariyê hemû navçe ji derveyî cihên nîştecîbûnê, bi awayekî berdewam hatine qedexekirin. Bi van qedexeyan çandinî û ajaldarî gihiştiye asta jinavçûnê. Welatî nikarin zeviyên xwe biçînin û ajalên xwe biçêrînin. Deverên ku ne cihê nîştecîhbûnê ne bê navber bo dema 30 rojan qedexe li wan hatine ragihandin û bi wî awayî jî xelk wan deveran vala dike. Li navenda bajêr û navçeyan jî bê navber qedexeya çalakiyan tê dirêjkirin. Qedexeya çalakî û xwepêşandanan nêzîka heft salan e berdewam e, lê ev qedexeya xwepêşandan û çalakiyan partiya deshilatê li xwe nagire. Li Colemêrgê hemû şiyanên dewletê xistine xizmeta karbidestên AKPê.”

Li parêzgeha Colemêrgê, piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê, ji Mijdara 2016ê ve li navenda bajêr, navçe û bajarokên ser bi parêzgehê, hemû corên xwepêşandan, kombûn û çalakiyên wek wan hatine qedexekirin. Lê qedexe çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qaymeqaman ve destûr bo wan hatibe dayîn.

HDPê di hilbijartinên şaredariyan de, ku 31ê Adara 2019ê hatin kirin 65 şaredarî bidestxistin. Heman salê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û bi tohmeta ku peywendiya wan bi PKKê re heye qeyûm li şûna 48 şaredariyên HDPê  hatin danîn.

Berbijêrê HDPê yê Colemêrgê ku di hilbijartinê de %59.97ê dengan bidest xistibû, yek ji wan serokê şaredaran bû ku li şûna wî qayûm hatiye danîn. Qeyûm dema dest bi kar kir encûmena şaredariyê hilweşand û deshilata encûmenê da lijneya ku ji aliyê qeyûm ve hatiye destnîşankirin û fermanberên dewletê ne.