Li Êlihê zarokeke 14 salî hat revandin; malbat cerdevanan tohmetbar dike

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê li gor îdiayan zarokeke 14 salî bi navê K.A. bi zorê hatiye revandin. Malbata wê zarokê dibêje keça wan ji aliyê kesekî ve bi alîkariya cerdevanan hatiye revandin. Herwiha Parlamentera HDPê Ayşe Acar Başaran ji Wezareta Malbat û Karûbarên Civakî pirsî, "Ji bo dîtina zarokê hûn çi dikin?"

Di 10ê Kanûnê de li gor îdiayan li Gundê Çirikê yê Êlihê zaroka bi navê K.A. ya 14 salî hatiye revandin.

Dayika wê Makbule A. ji ÎHA'yê re axivî û diyar kir ku keça wê  bi awayekî plankirî hatiye revandin.

Makbule A. got, “Keça min hêj zarok e, ew ne di temenê zewacê de ye”  bang li Wezareta Malbat û Karûbarên Civakî kir: "Bila keça min ji destên wan bigirin û bidin me.”

Mamê K.A.: Cerdevan piştgiriyê dikin

Mamê K.A.yê Huseyîn A. jî diyar kir ku biraziya wê hêj zarok e û got: “ji aliyê Gokhan Y.yê 19 salî ku li cem wan dixebitî hatiye revandin.”

Huseyîn A. got, "Yên ku pişgiriyê didin wî jî cerdevanên li gundê Kayhanlarê yê Qulpê ne. Li gorî agahiyên ku ketine destê me keça me ji aliyê wan ve hatiye revandin."

Ayşe Acar Başaran: Li Êlihê keçeke 14 salî hat revandin

Parlamentera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî ragihand ku li Êlihê keçeke 14 salî hatiye revandin. Birayê kesê ku zaroka keç revandiye, cerdevan e..

Ayşe Acar Başaran li ser hesabê xwe yê Twitterê, Wezareta Malbat û Karûbarên Civakî etîket kiriye û revandina zaroka keça 14 salî ya xwendekara dersxaneyê ragihandiye.

Başaran gotiye: “Ev çend roj in Êlih, bi xebera revandina keça 14 salî li ser piya ye. Li gorî zanyariyan keçik ji aliyê kesekî ve hatiye revandin ku ku birayê wî cerdevan e. Malbata zarokê dixwaze dengê wan bê bihîstin, xebera we jê heye? Malbata keçikê ji kuştina wê ditirse û dixwaze bi her awahî dengê xwe bigihîne raya giştî û desthilatdaran. Şahid dibêjin, roja 10ê vê mehê, wî kurî rê li ber zarokê girtiye û ew neçarî axaftinê kiriye. Hûn ji bo dîtina vê zarokê çî dikin.”

Başaran dibêje, malbatê ji bo dîtina keça xwe serî li her derê dane û tevî ku dîmen hene û yê revandî diyar e, lê keçik heta niha nehatiye dîtin.