Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde pileyên germê daketine, gelek cihan qeşa girtine, rê hatine girtin û vê yekê jî jiyana rojane ya welatiyan zehmet kiriye.

Li parêzgehên Erzerom, Qers, Erdexan û Colemêrgê yên bakurê Kurdistanê barîna berfê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Li parêzgehên Qers û Erdexanê şevê din heta sibehê berf bariya û her cih ji berfê spî bûye. Herwiha li Erzeromê jî piştî berfeke zêde pileyên germê daketin û rêyan qeşa girt.

Li Qersê di demjimêrên serê sibehê de berfê dîsan destpê kir, li cihên bilind berfeke zêde bariya û ji ber mij û moranê şofêran kêliyên zehmet derbas kirin. Li Erdexanê jî her cihî qeşa girtiye û pileyên germê daketin.

Li Colemêrgê jî ji ber barîna berfê rêya gelek gund û mezrayan hat girtin, li hinek cihan bilindiya berfê gihişte çar metreyan û kar û barên vekirina rêyan berdewam in.