Îstixbarata Tirkiyê ciwanekî Efrînî girt

21-12-2022
RÛDAW
Nîşan Îstixbarata Tirkiyê Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îstixbarata Tirkiyê (MIT) ciwanêkî bi navê Ebdo Mihemed Cemîl ê ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê girt.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, piştî ku ciwanê bi navê Ebdo Mihemed Cemîl ji bajarê Helebê vegeriya mala xwe ya li gundê Kefirzêt ê Efrînê, roja 15ê vê mehê ji aliyê Îstixbarata Tirkiyê (MIT) ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Piştî ku Efrîn di sala 2018 de ji aliyê Tirkiyê û çekdaran ve hate dagirkirin, bi hezaran kes ji Efrînê koçber bûn, piraniya wan li devera Şehba û Helebê bicîh bûne.

Girtinên li Efrînê

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand, ji destpêka sala 2022an ve heta niha, çekdarên ser bi Tirkiyê ve 682 welatî li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Bakurê Sûriyê girtine.

Navên wan girtiyan jî hatine belgekirin, hejmar ji wê yekê jî bêhtir e lê mirovên gelek girtiyan nexwestin navên wan bêne tomarkirin û hejmareke din jî derfeta naskirina navên wan tunebû.

Ji destpêka êrîşa Tirkiyê ve, li ser Herêma Efrînê û dagîrkirina wê herêmê 20ê Çileya 2018an û dagirkirina bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an 8,901 kes hatine girtin, ji wan jî derdora 6,400 kesan hatine berdan lê çarenivîsa girtiyên mayî ne diyar e.

Li gorî heman zanyariyan 179 kesên girtî, li zindanên grûpên çekdar, bi îşkenceyê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst