Silopî: Li nêzîkî deriyê sînorî şofêrek hat kuştin

21-12-2022
RÛDAW
Nîşan Silopî Şofêr Erîşa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê nêzîkî Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl şofêrê barhilgirekê rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan roja Çarşemê 21ê Kanûna 2022an li navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexê nêzîkî Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê çend kesên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin bi çekan êrîşî şofêrê barhilgirekê kirine û di encamê de şofêrê bi navê Aras Nayci yê 31 salî birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û şofêrê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê hatiye veguhestin lê tevî hemû midexaleyan Aras Nayci li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan derbarê bûyerê de 5 kes hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst