Amerîka: Divê deriyê Til Koçer bê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta tendirustiyê ya Sûriyê, piştî rojekê ji zêdekirina mûçeyên fermanber û xanenişînên dezgeh û fermangehên hikûmeta Sûriyê, nirxê dermanan bi rêjeya 30% bilind kir. Di lîsta nû ya nirxên dermanan de, bihayê 12 hezar û 758 corên dermanan hat bilindkirin. Nûnerê Amerîka li Encûmena Asayişa Netewên Yekbûyî Richard Mills diyar kir ku girtina Deriyê Til Koçer, rê li ber derbaskirina kelûpel û dermanan girtiye.

Îsal berî niha jî, Wezarta Tendirustiyê nirxê 11 hezar û 819 corên dermanan bi rêjeya 30% heta 40% biha kiribû.

Ew biryar piştî gelek daxwazên kargehên dermanan li Sûriyê derket, bi gotina wan jî, ji ber xerciya gelek a berhemanîna dermanan, ew rastî ziyanên darayî tên.

Dermansazên Rojavayê Kurdistanê nîşanê bi wê yekê didin, ku dema ew derman bi nirxê buha dikirin, êdî neçar in buha jî bifiroşin, lê ev buhabûn ji bo xelkê ziyandar e.

Dermansazê Qamişlo Mehmûd Hisên got “Di sala 2021ê de ev du car e ku derman biha dibe. Di meha Temûzê de carekî biha bû û ji sedî 28-30 hate ser. Ev jî cara duduyan e di nav vê salê de ji sedî 30 zêde dibe. Bi rastî divê bihabûnê de ti destê me tê de tineye, ev ji nerazîbûna kargehan e. Kargeh dibêjin em tê de zirar dikin û wan biha kiriye. Ez bawer im piştî serê salê careke din biha bibe.”  

Xelkên Rojavayê Kurdistanê, ji ber vê biryarê dilgiran in, bi taybetî kesên xwediyên nexweşiyên giran ên ku pêwîstiya wan a rojane bi dermanan heye.

Welatî dibêjin, nirxên dermanan li Rojavayê Kurdistanê berê bilind e, û biryara bilinkirina nirxan vê carê jî, yekser bandorê li ser jiyana wan dike.

Mehmûd Hisên diyar kir “Ji 6 mehan vir de derman xweşik nagihîje me. Li Qamişloyê derman hebûn, ew jî li benda bihabûna dermanan bûn. Piştî vê bihabûnê, dê derman bê.  

Girtina Deriyê Sînorî yê Til Koçer, Hezîrana îsal (2021)ê, bandoreke nerênî kir.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ciwan Mistefa, li civîna salane ya Desteya Tendirustiyê ragihand, girtina Deriyê Sînorî yê Til Koçer zaiyneke mezin gihandiye kerta tendirustî li wan navçeyan.

Di heman çarçoveyê de, nûnerê Amerîkayê li civîna Encûmena Asayişê ya Navdewletî ya roja Duşemê 20/12/2021ê, nîşan bi wê yekê da ku girtina Deriyê Til Koçer, rê li ber derbaskirina kelûpel û dermanan girtiye.

Nûnerê Amerîka li Encûmena Asayişê yê NY Richard Mills got “Eger ev encûmen li ser wê yekê komdeng e ku pêwîst e alîkariyên mirovî bi hemp rêyan herin, êdî pêwîst e em deriyên sînorî yên girtî vekin. Raporta hejmar 2585 a sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî bi ronî diyar dike ku li bakurê rojhilatê Sûriyê, girtina Deriyê Til Koçer, tiştekî wêranker bû ji bo kerta tendirustî, ku pişta xwe bi wî deriyî girêda bû. Girtina wî deriyî bû sedema ku xelkên wan navçeyan kêmtir pêdawîstiyên bijîşkî bidest wan bikevin, di nav wan de jî emrazên pişkinîn û çareserkirina Koronayê. Gelo pêwîst e em çend guheriyên din ên Koronayê bibînin heta ku Encûmena Asayişê berpirsiyariya xwe ji bo vekirina Deriyê Til Koçer bi ciddî werbigire ji bo ku vaksîn û kelûpelên pêwîst bigihêjin hemû wan kesên ku pêwîstiya wan pê heye."

Ji sedî 95 ji dermanên li navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji kargehên naverasta Sûriyê têne hawirdekirin. 5% ji Tirkiyê bi rêya navçeyên li jêr destê opozisyona Sûrî derbas dibin.

Kesên nexweş, bi zehmetî dermanan dikirin û gelek ji wan, ji ber nirxê dermanên buha serdana bijîşkan nakin û xwe derman nakin.