Osman Ocalan bo Rûdawê: Nûnerê Erdogan ji bo pêvajoya çareseriyê bi min re hevdîtin kir

21-12-2020
Necmî Orta
Nîşan Osman Ocalan Kurd Kurdistan PKK Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê berê yê PKKê Osman Ocalan ji Rûdawê re ragihand, beriya 4 mehan kesek ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi wî re hevdîtin kiriye û derbarê pêvajoyeke nû ya çareseriyê pê re gotûbêj kiriye.

Osman Ocalan ji Rûdawê re diyar kir, kesek ku ji aliyê Erdogan ve hatibû erkdarkirin, beriya çar mehan bi wî re hevdîtin kiriye û derbarê  “pêvajoyeke nû ya çareseriyê de nêrînên min wergirtin”. Bi gotina Osman Ocalan hevdîtin û gotûbêjên wan 3-4 rojan dom kiriye.

Serkirdeyê berê yê PKKê Osman Ocalan derbarê hûrgiliyên hevdîtina xwe ya li gel nûnerekî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de ji Rûdawê re axivî.

Ocalan dibêje, berî 4 mehan kesek li ser navê Erdogan “xwest li gel min bicive. Hevdîtina li gel vî kesî hevdîtin hat kirin. Di hevdîtinên ku çend rojan berdewam kirine de behs li ser hinek mijaran hat kirin. Ji bo veguharandina PKKê hewl hat dayîn. Me jî nêrînên xwe aşkere kirin. Me got `PKK ji ber xwe ve tevkariyê nake, di dema hilbijartinên şaredariyê de zemîneke guncaw hebû`.”

Osman Ocalan tekez dike, wî kesî kesî diyar kir ku dixwaze tevkariyeke erênî li proseyê û serdeme nû bike û herwiha da xuyakirin, wî kesî jê pirsiye gelo PKK dikare nerm bibe û wî jî jê re gotiye, ku “PKK siyaseta xwe nerm nake û dê her tund bimîne.”

Osman Ocalan amaje bi wê yekê jî da, ku ew hevdîtin beriya gotegotên derbarê damezrandina partiyeke nû ya Kurdî li Bakurê Kurdistanê hatiye pêkanîn û got ku wan “hevdîtinan heyamekê berdewam kirin û paşê qût bûn.”

Serkirdeyê berê yê PKKê amaje bi girtina Selahattin Demirtaş, hevserokê berê yê HDPê jî kir û destnîşan kir, girtina Demirtaş û hiştina wî di zindanê de ne yasayî ye û ragihand, “girtina Demîrtaş neheqî ye û li dij derketina vê yekê jî mafekî hiqûqî ye.”

Li ser dawîn aloziyên dawîn jî Osman Ocalan rexne li helwesta PKKê ya li hember Herêma Kurdistanê girt û got, “Helwestek guncaw nîne di vê qonaxê de, divê çavdêriya rewşê bê kirin û li gor wê helwestek bê diyarkirin. Em vê yekê weke helwesteke tund dibînin.”

Heta niha Serokkomariya Tirkiyê ti daxuyaniyek li ser egera destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê nedaye.

Serkirdeyê berê yê PKKê Osman Ocalan di dema beşdariya xwe ya di bultena Rûdaw TVyê de jî li ser hevdîtina xwe ya li gel wî kesî got, “Çend hevdîtin pêk hatin û bernameyek hat danîn. 2-3 ew prose berdewam bû. Me jî nêrînên xwe diyar kirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst