Li Şiyê çekdaran dest danîne ser bi dehan mal û dukanan

21-12-2020
RÛDAW
Bajarokê Şiyê, dikeve 40 kîlometreyan li rojavayê navenda Efrînê
Bajarokê Şiyê, dikeve 40 kîlometreyan li rojavayê navenda Efrînê
Nîşan Şiye Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Şiyê yê herêma Efrînê, çekdarên Emşat dest danîne ser bi dehan, mal, dukan, mekbesên zeytûnan û benzînxaneyên welatiyên Kurd. Herwiha dest danîne ser nêzîkî 270 hezar darên zeytûnan û 300 rezên mêweyan ên welatiyên Kurd ên ku ji neçarî koçber bûne.

Mihemed el-Casim, Ebû Emşe, Fermanderê çekdarên Silêman Şah, bêtirî milyonek dolar li ser xelkê  bajarokê Şiyê ferz kiriye.

Li bajarokê Şiyê yê herêma Efrînê niha grûpa Siltan Silêman Şah a bi fermandariya Mihemed el-Casim Ebû Emşe dest daniye li ser piraniya dukan û malan.

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çend çavkaniyan ji nav bajarok û herwiha Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê wergirtine, Çekdarên wê grûpê ku bi navê Emşat tê naskirin, dest danîne ser 7 dukanên li ser kaniya Şiyê.Ew dukan ên her yek ji Izet Bekir, Mistefa Şêxo, Mihemed Kehlo, Zekeriya Elî, Mihemed Şêxo, Ednan Elûş, Mîrasgirên Hecî Emîn Dilî ne. Herwiha destdanîne ser 3 dukanên Nezmî Şêxo û 2 dukanên Mihemed Ibrahîm

Mihemed Kehlo, ku xwedanê yek ji wan dukanan e, xwedan pêdawîstiyên taybet e, ew ker û lal e, û xêrxwazên gund bi hevkarî ew dukan jê re kirrîbûn.

Mihemed el-Casim, fermandeyê Emşat ev dukan bi ser hev ve vekirine da ku bike Moleke mezin. Herwiha, destdanîna li ser banzînxaneya malbata Koçer.

Destdanîna li ser nêzî 270.000 darzeytûn û 300 rezên tirî û mêweyan ku yên koçberên neçar in. Destdanîna ser guvaşteka zeytûnan a malbata Şêx Ismaîl Zade. Ji bilî baca 15% ya Encûmena Xwecihî, Emşat 8 dolar li ser her darzeytûnekê ferz kirine.

Emşat herwiha nêzîkç 1 milyon dolar pereyên next li ser Şiyê û gundên wê ferz kirine.

Welatî Mistefa Şêxo, ku bi xwe xelkê bajarokê Şiyê ye û binpêkirinan bi belge dike, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Mistefa Şêxo behsa hin tawanên din ên wê grûpê kir û got: “Xelkê Şiyê milk û malê xwe radestî meclîsê dikin û dibêjin ew êdî nikarin baca li ser wan hate ferzkirin bidin.

Bajarokê Şiyê, 40 kîlometreyan li rojavayê navenda Efrînê dikeve û 18 gund û mezreyan li xwe digire.

xxxxxxxxxxxx

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst