Termê Dr. Cemal Nebez dê li Silêmaniyê were veşartin

21-12-2018
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e roja şemiyê cenazeyê profesor Dr. Cemal Nebez bigihîje balafirxaneya Hewlêrê û li Silêmaniyê were veşartin.

 

Malbata profesor Dr. Cemal Nebez, Nimet Tewfîq Mehmûd di derbarê dema hatina cenazeyê profîsor Cemal Nebez ragihand, ku dê cenazeyê Dr. Cemal Nebez ji balafirxaneya Têglî ya Berlînê birêkeve û demjmêr 04:30ê sibeha şemiyê bigihêje balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê.

 

Li gor agahiyên ji malbata wî, dê sibe termê Dr. Cemal Nebez li bajarê Silêmaniyê li girê Şêx Marif were veşartin û dê çar kesayetiyên her çar parçeyên Kurdistanê ligel cenazeyê wî bên.

 

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji bilî hevjîna wî ya almanî, çar kesayetên ji çar parçeyên Kurdistanê dê bi termê Dr. Cemal Nebez re bêne Kurdistanê û Parêzgarê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir dê li balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê, pêşwazî li termê wî bike.

 

Roja 8ê Kanûna îsal nivîskar û bîrmendê navdarê Kurd, Professor Dr. Cemal Nebez di temenê 85 saliyê de li Berlîn a paytexta Almanyayê koça dawî kirirbû.

 

Cemal Nebez yek ji damezrênerên Komeleya Azadî û Vejîna Yekîtiya Kurd naskirî bi KAJYK bû, xwediyê zêdetir ji 60 pirtûk û bi sedan lêkolînên zanistî, hizîr û siyasî bi zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Almanî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst